Li Rihayê gelek efser û binefser hatin binçavkirin
Li Rihayê di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de gelek efser û binefser hatin binçavkirin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê ya ku hatiye destpêkirin de di derdora saetên sibê li Tugaya Bizirx a 20 emîn û Fermandariya Cendirmeyên Rihayê û gelek saziyan operasyon hat lidarxistin.
Di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê ya ku hatiye destpêkirin de bi gelek efser û binefser re bi tevahî 63 personelên xwedî paye hatine binçavkirin.
Her wiha hat ragihandin di heman bergehê de operasyom li saziyên SGK, Mıdûrtıya Bajêr a Polîtîkayên Civakî a Malbatan, DSÎ yê hatiye li darxistin. Di encama operasyonê de 103 kes hatine binçavkirin. (ÎLKHA)