• DOLAR 32.587
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2508.534
  • ...
"Têkiliya FETO bi bûyerên 6-7ê Cotmehê re heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku DYE piştgirî dabûyê têkiliya FETO-PKKê hat rojevê. Di derbarê mijarê de ji parêzerên Doza Yasîn Boru û hevalên wî Şaban Dalgin nirxandin kir. Dalgin diyar kir heke lêgerîn were kirin dê derkeve holê ku têkiliya FETO bi bûyerên 6-7ê Cotmehê re heye.

Dalgin ragihand di gel dîmenên MOBESE û qemereyên saziyên raya giştî êrîşên 6-7ê Cotmehê wek delîl nehat lêgerînkirin. Dalgin dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bûyerên 6-7ê Cotmehê di serî de Diyarbekir li her bajarên hawîrdor raperînek dijî dewletê hebû. Vî raperînê dan windakirin. Wehameta bûyerê hindik dan nîşandan. Plan hatibû sazkirin li herêmê kesên ku tehekûma PKKê qebûl nakin ji bilî ve tefsiye bikin, wan ji memleket bavêjin. Vî planê bi hinceta Kobanî kirin. Wan dema fêm kirin ku dê ev plan pêk neyê vî carê hewl dan ku vî yekê veşêrin. Polês hewl da bûyeran biçûk bide nîşandan û hikûmet jî vî yekê wisa qebûl kir. Wezîrê Çandin û Ajaldariyê Mehdî Eker bi xwe hat Diyarbekirê û wiha ragihand; ‘Ev bûyer geşedanekî ya di nabeyna 2 koman de ye.’”

Dalgin di derbarê dosyeya dozê de wiha diyar kir: “Dema ku em çûn me di derbarê dozgeriyê de agahî xwest. Mezeretên wekê; ‘biryara weşartiyê hatiye dayîn’ dihat pêşkeşkirin. Ba dilê xwe me dixapandin. Di bûyerê de gelek şahidê weşartî hene. Di gel dîmenên MOBESE û qemereyên saziyên raya giştî êrîşên 6-7ê Cotmehê wek delîl nehat lêgerînkirin. Bûyerê dan windakirin. Em ditirsin ku dê bersûcên girtî nemîne.”

 “Heke hikûmet li ser vî yekê bisekine dê bibîne ku FETO piştgiriya bûyerê kiriye”

Dalgin bal kişand ku êrîşên 6-7ê Cotmehê bûyerek asayî nîne. Dûvre Dlgin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa pevçûnên sala 2015 wekê ku bê belesebeb derketiye dan nîşandan bi heman şiklê bûyerên 6-7ê Cotmehê jî hewl dan wisa bidin nîşandan. Heke bi zorî bibe jî me bala hikûmetê kişand û me pêşiya girtina vî dosyayê girt. Ji vir pê ve jî em ji hikûmetê vî yekê dixwazin; Dosyeya Yasîn Boru dosyekê raperîn e. Hemî polêsên ku têkiliya wan bi bûyerê re hene, memûrên lêpirsînê yên li dadgehê kî heye bila werin lêgerînkirin. Lewra ev bûyerek normal nîne. Bûyerek wiha mezin biçûk hat nîşandan. Heke hikûmet li ser vî yekê bisekine dê bibîne ku FETO piştgiriya bûyerê kiriye.”

 “Derneketina polêsên di vî bûyerê de dide nîşandan ku têkiliya rêxistina FETOyê bi vî yekê re heye”

Dalgin anî bibîranîn ku roja bûyer qewimiye polês midaxilê bûyerê nebûye û daxuyaniya Waliyê Diyarbekirê ya; ‘Heke me polêsên xwe bişandiba dê polêsên me şehîd biketibana. Ji ber vî yekê me me wan neşand.’ dûbare anî bibîranîn. Dûvre Dalgin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst bû ku di derbarê vî yekê de tehqîqat bihatiba destpêkirin. Heke lêpirsîn bihatiba kirin belkû bûyer dê eşkere bûbûya. Bi sedan kesên ku di destê wan de çek hebûn kolanên Diayrberê ser û bin kirin. Derneketina polêsên di vî bûyerê de dide nîşandan ku têkiliya rêxistina FETOyê bi vî yekê re heye.”(ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir