Dikandarê Nisêbînê hewil didin da ku birînên xwe bipêçin
Dikandarên navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya ku li navçê nêzî 5 mehan berdewam kir re hewil didin birînên xwe bipêçin.
Her weke tê zanîn di 14ê Adarê de li Nisêbînê derketina derve hatibû qedexekirin û ev qedexe piştî 134 rojan hat rakirin.Piştî rakirina qedexê xelkê ku li taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî, Çatalozu, Îpek Yolu û Barişê rûdiniştin dest bi paqijkirina mal û dikanên xwe kirin.(ÎLKHA)