• DOLAR 32.584
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2436.253
  • ...
Digel kalbûna xwe meydanan terk nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê re bertek berdewam dikin.Zêç û zarok, ciwan pîr gelek kes tevlî xwepêşanên ku li Dîlokê li dijî teşebûsa darbê tên tertîpkirin dibin.Di nava kesên ku tevlî xwepêşanan dibin de herî zêde balan kesên kal dikşînin li ser xwe.

Kalê 67 salî yê bi navê Hecî Karaoglanê ku li dijî teşebûsa darbê nobedê digre di derbarê teşebûsa darbeya ku hat xwestin bê kirin de destnîşan kir wî heta niha gelek darbê dîtine, lê ne weke mîna vê.Lewra li gor Hecî Karaoglan ev darbe gelek bi pinîtî hatiye kirin.

Karaoglan di berdewama axavtina xwe de diyar kir heta Serokomar Erdogan bang li wan neke ew dê meydanan terk neke û wiha ali axavtina xwe zêde kir: “Em ji bo ku li welatê xwe xwedî derbikevin ji roja ewil ve li vê derê ne. Heta Serokomar Erdogan bang li me neke em dê meydanan terk nekin. Xwîna me herikî, lê hemd ji Xwedê re ku welatê me ji destê me neçû.Em pîr bûne.Ez bang li xort û ciwanan dikim. Ev welat a we ye, li welatê xwe xwedî derkevin.Hestên Îslamî yên me hemiyan vejiyan.Bi salan e ku me radizandin, lê êdî em hişyar bûn.”

Karaoglan di berdewama axavtina xwe de qala xapandina însanan a rêxistina parelel kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra ew me di bin navê Mislimantiyê de xapand.Êdî ez fêdî dikim ku navên wan li dereke zikir bikim.Lewra ew sextekar, durû, munafık û haşhaşî ne.Em ji bo wan çi bibêjin hindik e.Gotineke navdar a merhum Erbakan Xoca heye.Digot ‘Gûrê ku eyara mihê li xwe kiriye bixetertir e.’Tu nabe ew vê gotine ji wan re digot ku me jê fêm nedikir.Me bi derengî fêm kir.”

Kalê 63 salî yê bi navê Feymez Akil jî di derbarê darbekeran de îdamê teleb kir.

 “Divê cezaya herî nebaş û xirab ji van darbekeran re bê dayîn”

Akil di destpêka axavtina xwe de diyar kir ew di 27ê Gulana 1960an de eskeriya xwe kiriye û wiha axivî: “Ji roja ewil vê ez li vê derê me. Divê cezaya herî nebaş û xirab ji van darbekeran re bê dayîn,Ez di wextê darbeya 60an de esker bûm.Me wan rojan dît.Menderes heta heftiyekî îdam nekirin, lewra ditirsiyan ku milet rabe li ser piyan.Piştî heftiyekê wî avêtin behrê.Xweda wan rojan cardin neyêne ber me.Em li welat  û miletê xwe xwedî derkevin.Bila xort li welatê xwe xwedî derkevin.Ger ku ev welat nîn be ez ê çi bikim?”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir