• DOLAR 32.547
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2441.829
  • ...
"Îfadeyên ku amade kiribûn bi îşkenceyan dan îmzakirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî teşebusa derbeyê mexdûriyeta ku endamên saziya paralelê pêk anîbû dûbare hat rojevê. Kesên ku di salên 90an de ji ber ku dersê Qur’anê dabûn ji teref polês, dozger, hakimên saziya paralel ve hatibûn mexdûrkirin diyarkirin ku ev kes îşkenceyan li wan kirine.

Ji mexdûrên saziya paralel Mehmet Yavuz û Mela Abdullah Yepren ên ku di salên 90an de ji ber ku dersê Qur’anê dabûn hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatibû kirin ji ÎLKHAyê re axavtin kirin. Wan diyar kirin ku ev sazî bes zirarê daye Mislimanan.

 “Îfadeyên ku amade kiribûn bi îşkenceyan dan îmzakirin”

Mehmet di derbarê mijarê de diyar kir ku polêsan zarokên ku dihatin mizgeftê ditirsandin. Dûvre Yavuz dûvre wiha axavtiana xwe domand: “Ev polêsên Fetullah bûn. Geh geh di ser mizgeftan de girtin. Kesên ku dersê Qur’anê didan binçav kirin. Ewlehî heqaret li me dikirin û dûvre me dûçarê îşkenceyan dikirin. Li zarokan dixistin û wan ditirsandin. Bu kumpasan hewl didan ku me bitirsînin û me ji mizfegtan dûr bixin. Ji ber ku min dersê Qur’anê dida qumpasên cûr bi cûr ji bom in li dar xistin. Îfadeyên ku amade kiribûn bi îşkenceyan dan îmzakirin. Vî pêşkeşê dozgeriyê kirin. Me di mizgeftan de dersê Qur’anê dida. Wan me wek teror didan nîşandan.”

 “Me bi pîrekên me tehdît dikirin”

Mela Abdullah Yepren diyar kir ji ber ku ew diçû mizgeftê dûçarê heqaretan dibû û ji ber vî yekê jî dibû hedefa polêsên saziya paralelê. Dûvre Yepren wiha pê de çû: “Îro heke ev civak îfsad bûye sewdema vî yekê Fetullah Gulen e. Kesên ku dersê Qur’anê didan bi qumpasan wan davetin zindanan. Kesên ku dersê siyerê didan, qala Îslam û Qur’anê dikirin avêtin zindanan. Heke ev mêr vî yekê nekiraba dê îro nifşek dîndartir hebûya. Ez jî mexdûrç wî me. Min ji ber nasnameya min a Îslamî avêtin zindanan. Tu sûcê min tinebû. Ez bi qumpasên dijminên Îslamê têketim zindanê. Ev însanên ku postê Mislimanan li xwe kirine lê dijminê Îslamê ne hatin binçavkirin û îşkenceyên cûr bi cûr li wan kirin. Me bi pîrekên me tehdît dikirin. Îfadeyên ku amade kiribûn bi îşkenceyan dan îmzakirin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir