• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Jimara leşker, dozger û karkerên MEBê yên ku tên binçavkirin zêde dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha lêpirsîna ku piştî teşebusa derbeya ku DYE piştgirî dabûyê hatibû destpêkirin de jimara leşker, dozger û karkerên MEBê yên ku tên binçavkirin zêde dibin.

Diyarbekir

Li Fakuteya Îlahiyata Zanîngeha Dîcleyê 11 kes ji wezîfê hatin dûrxistin. Gor agahiyên hatine bidestxistin hinek navên ku ji wezîfê hatine dûrxistin wiha ne: “Yener Ozturk, Mehmet Çelîk, Alî Budak, Pervîn Demîrulus, Mustafa Yuce, Alî Ozgenç, Orhan Ateş, Celal Çayir, Memet Yanmiş.”

Her wiha hat ragihandin wek navend Diyarbekir li 6 bajaran operasyonên hemwextî hatiye lidarxistin û nûçegihanê kevin ê Diyarbekirê yê Ajansa Xeberan a Cîhanê Îsmaîl Avci li Ispartayê hatiye binçavkirin.

Bûrsa

Serokatiya Karûbarên Diyanetê diyar kir 7 kesên girêdayê Miftûtiya Bajarê Bûrsayê ji wezîfê hatine dûrxistin. Di derbarê mijarê de Serokatiya Karûbarên Diyanetê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Di çarçova lêpirsînên ku bi telîmata Serokatiya Karûbarên Diyanetê tê meşandin de 1 alîkarê miftîtiya bajarê, 1 miftiyê navçeyek, 1 şefê miftîtiya bajêr, 1 waîzê bajêr, 1 îmam xatîb, 1 hînkerê kursa Qur’anê ji wezîfê hatine girtin.”

Çewlîg

Di heman bergehê de li Çewlîgê jî 12 kesên ku di saziyên cûr bi cûr dixebitîna de hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku miemeleyên van kesan didome.

Her wiha hat ragihandin ku li Zanîngeha Çewlîgê 49 kesên ku hat diyarkirin di nav wan de profesör, doçent û erkedarê hîndekariyê hene hatine binçavkirin.

Xarpêt

Hat ragihandin ku li navçeya Madena Xarpêtê di bergeha lêpirsîna ku didome de serpelek hatiye binçavkirin.

Rîze

Hat ragihandin ku li Rîzeyê di bergeha lêpirsîna ku didome de Midûrê Şaxa Îstîxbarata Cendirmeyan Serheng H.S, hatiye binçavkirin.

Mêrdîn

Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve hat destpêkirin de li navçeya Midyada Mêrdînê melayekî yê bi navê M.K ji wezîfê hat dûrxistin. Lêpirsîna di derbarê mijarê de didome. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir