• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Walîtî di derbarê tiştên ku di êvara darbê  li Birecûkê  pêk hatine de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke tê zanîn di êvara teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de li Birecûkê wezîfedarên midûrtiya ewlehîya navçê û serokê şaredarîyê bang li xelkê kiribûn da ku xelk vegere malên xwe.Walîtiya Rihayê di derbarê van tiştên ku wê şevê li Birecûkê pêk hatine de daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku ji teref walîtiyê ve hat weşandin de hat ragihandin xeberên ku di derbarê mijarê de derketine bi meqsed in, lê di daxuyaniya ku hat weşandin de pirsên di serê raya giştî de  bi şikleke kamil nehatin bersivandin.

Bûyera ku bi xebera ya  bi sernavê ‘Li Birecûkê polês û serokê şaredarîyê hewil dan da ku xelkê belav bikin ‘ di 18ê Tîrmehê de hatibû rojevê weke ku ji teref kamerayan ve hatibûn qeydkirin bi şikleke xwerû hatibû pêşîwazkirin û bi vî awayî wezîfeya xebervaniyê hatibû îfakirin û di derbarê mijarê de xelk hatibû agahdarkirin. 

Di xebera ku qala wê tê kirin de bi şikleke eşkere dihat dîtin ku wezîfedarên ewlekariyê û serokê şaredarîyê M. Faruk Pinarbaşi ji ber ‘agahiyên îstîxbaratê yên ku wan standiye’  bang li xelkê Birecûkê yê ku di şeva teşebûsa darbê de bi banga Serokomar Recep Tayîp Erdogan xwe berdabûn kolanan kirin da ku vegerin malên xwe.

Di dîmenên xebera ku qala wê hat kirin de weke ku dihat dîtin xelk ji banga serokê şaredarîyê re bertek nîşan dabû û wiha bersiv dabûn wî ‘Serokomar dibêje derkevin derve, hûn jî dibêjin vegerin malên xwe .Ma em biya we bikin an ya Serokomar.’

Nûçegihanê ÎLKHAyê yê Birecûkê û Temsîlkarê Rihayê yên ku mijarê anîbûn rojevê piştî rojekê ji weşandina vê xeberê dema ku taqîba xeberan li wê meydana ku xwepêşan dihatin kirin dikirin ji teref kesên derdora Serokê Şaredariyê M. Faruk Pinarbaşi ve hatibûn darbkirin û polêsên ku bûyerê temaşe dikirin jî xebatkarên ÎLKHAyê yên ku leqayî şidetê dihatin binçav kiribûn.

Piştî vê yekê Serokê Şaredariyê Pinarbaşi di derbarê mijarê de li meqama xwe daxuyaniya çapemeniyê dabû û diyar kiribû ‘Midûrê Ewlehiyê ji me xwest ku em vê komê belav bikin’ û axavtina xwe wiha domandibû:

 “Di vê navberê de midûrê ewlekariyê bi xwe hat partiya me û ji me  re got ku agahiyeke muhîm hatiye wergirtin û îstîxbarata neteweyî jî ji vê haydar e û midûrê ewlekariyê ya bajêr û walî jî vê yekê jê re gotine ku ji ser Sirûcê nêzî 200 terorîstî derbas bûne û komek ji vann berê xwe daye Birecûkê. Ji me re got ku ev agahî gelekî girîng e û ji bo ku di civatê de înfîaleke pêk neyê ji me xwest ku em wê koma li derve belav bikin. Min bi xwe  ji agahiya midûrê ewlekariya navçê bawer kir û ji bo tevdîrê min wê şevê bi telefonê serokê me yê bajêr geriyam.Ne şaş bim seat dihat 03.30an.Min rewşê ji serokê me yê bajêr re anî ziman û wî ji min re got ku ez ê li te vegerim.Cenabê serok piştî deh deqîqeyan li min geriya.Got ku; rast e ev agahî hatiye teyîtkirin, ev agahî ya îstîxbarata neteweyî ye. Ji bo înfîalek pêk neyê û qetlîameke civakî pêk neyê hûn dikarin xelkê belav bikin.”

Serokê Bajêra Rihayê yê AK Partiyê Zeynel Abîdîn Beyazgulê ku me pê re hevdîtin kir di derbarê mijarê de gotibû ku ‘Me ji tu kesî re talîmata belavbibin nedaye’ û  dû re vê daxuyaniyê dabû:  

“Dema ku min bi telefonê lêgeriyam ji min re gotin ku me him ji îstîxbarata polês û him jî MÎTê di warê têketina nava civatê de agahiyên cîdî wergertine.Gotin ku  heger em vê yekê ji civakê re bibêjin ev dê bibe sedema înfîalê, ji ber vê yekê rayedarên MÎT û ewlekariyê ji me xwestin ku em civata ku kom bûye belav bikin.Min jî ji wan re got ku hûn neçin malên xwe, heta şeveqê li partiyê rûniştina xwe bidomînin.Bûyer bi vî awayî  bû.”

Beyazgul ji pirsa ka wan agahiya îstîxbaratê ya ku qala wê têt  kirin li midûrtiya ewlekariyê ya bajêr û li MÎTê dane teyîtkirin an ne re jî wiha bersiv da:

“Êvarî jixwe gelekî tevlîhev bû.Em jî nikaribûn bi dereke re têkevin têkiliyê.Ji MÎT û ewlehiyê re teyîtkirina van agahiyan nehat bîra me.Di talîmata ku ji navenda giştî hatibû  de dihat xwestin ku kombûna li avahiyên navçê û bajêran bû.Ji ber vê yekê me ji hevalan re got ku kombûna xwe ya li avahîya  partiyê bidomînin.Talîmat bi vî awayî ye. Me ji wan re negot belav bibin, me got ku derbasî avahîya partiyê bibin.”

Di wan xeberên ku me di êvara 15ê Tîrmehê û dû re amadekir de digel ku walî rasterast nebûbû mijara xeberên me jî di daxuyaniya ku şandibû ji ÎLKHAyê re de hatibû destnîşankirin, ragihandina xeberan xapîner in û hewil tê dayîn da ku têgihiştineke din bê pêk anîn.

Di daxuyaniya balkêş a  ku ji teref Walîtiya Rihayê ve ji ÎLKHAyê re hatiye şandin de cî ji van îfadeyan re hat dayîn:

“Di ajansa we de di 18ê Tîrmehê de xebereke bi navê ‘Li Birecûkê polês û serokê şaredarîyê hewil dan da ku xelkê belav bikin’ hatiye weşandin.

Di wê şeva 15ê Tîrmeha ku li darbê hat teşebûskirin de çawa ku li temamê Tirkiyê xelk ji bo ku xwedî li demokrasî û îradeya xwe derkeve xwe berdabe kolan û meydanan; bi heman awayî xelk me yê Birecûka Rihayê jî ji bo vê yekê xwe berda kolan û meydanan.

Di dema ku xelkê navçeya Birecûkê  ji bo ku li demokrasî û îradeya xwe xwedî derkeve xwe berdabûn kolanan, Midûrtiya me ya Ewlekariyê ya Navçê  li gor nirxandinên mehelî ya ku kiribû  ji rayedarên Midûrtiya Ewlekariya Navçê û ji Serokê me yê Şaredariya Navçê Faruk Pinarbaşi xwestibû ku wê koma ku kom bûye bi telkînên ku pêwîst in belav bikin.

Digel ku rewş ev bû jî xebatên me yên Midûrtiya Ewlekariya Navçê û Serokê me yê Şaredariya Navçê Faruk Pinarbaşi di çapemeniya nivîskî û dîtînî yên muxtelîf de hewil hatiye dayîn bi temametî ji bo xapînerê bên bikaranîn û hewil hatiye dayîn  ji bo pêk anîna têgihiştineke cuda wek malzeme hatiye bikaranîn.”

Di daxuyaniya Walîtiya Rihayê de  hat ragihandin di 15ê Tîrmehê de ji bo xelkê ku xwe berdabûn kolanan vekişin malên xwe ji teref wan ve bang li wan nehatiye kirin û ev îfadeya balkêş a di derbarê mijarê de  di daxuyaniyê ku  hatibû weşandin de hatibû diyarkirin ku  bang ji teref  ‘Midûrtiya me ya Ewlekariyê li gor nirxandinên mehelî ya ku kiribû  ji rayedarên Midûrtiya Ewlekariya Navçê û ji Serokê me yê Şaredariya Navçê Faruk Pinarbelî’ ve hatiye kirin.

Dema ku daxuyaniya walî û ya Serokê Şaredariya Birecûkê tên muqayesekirin tê dîtin ku beyanata her duwan jî ne wek hev in û her wiha di vîdyoyên ku wê şevê hatine kişandin de temamê bûyerê û axavtinên ku hatine kirin bi şikleke eşkere tên dîtin.

Ev pirsên ku di derbarê tiştên ku wê şevê di zihnên raya giştî de pêk hatine hêj li benda bersivê ne:

-Wê şevê di  rastiyê çi qewimî?

-Ew îstîxbarata ku polês gihaştibûye û bûbû sedema belavkirina xelkê çi bû?

-Aqibeta wan 200 terorîstên ku ji ser Sirûcê derbas bûbûn û Serokê Şaredariyê Pinarbaşi wan wek hinceta belavbûna xelkê nîşan dabû, bû çi?

- Îstîxbarata ku qala wê tê kirin ji teref kîjan meqaman ve hat teyîtkirin?

-Haya Walîtiya Rihayê ji wê koma terorîstan a ku ji 200 kesî pêk dihat hebû?Heke hebe li dijî vê çi tedbir standin?Gelo operasyon hat kirin?

-Walîtiya Rihayê û Midûrtiya Ewlekariyê ya Bajêr ji wê nirxandina “mehelî”  ya ku ji teref Midûrtiya Ewlekariyê ya Birecûkê ve hatibû kirin,  gelo hatibû haydarkirin?(ÎLKHA)
 





Bu haberler de ilginizi çekebilir