Wesayîta bombebarkirî zû înfilaq kir: 1 mirî
Li navçeya Gevera Colemêrgê wesayîta bombebarkirî ya ku dê pê êrîş li fermandariya cendirmeyan a li navçeyê bihatiba kirin zû înfilaq kir. Di encamnê de ajovanê wesayîtê mir.
Li navçeya Gevera Colemêrgê wesayîta bombebarkirî ya ku dê pê êrîş li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Buyukçîftlîkê bihatiba kirin zû înfilaq kir. Di encamnê de ajovanê wesayîtê mir.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hat dayîn de hat diyarkrin ku di dîroka 26ê Tîrmeha 2016an de di derdora saet 19.30yan de wesayîta bombebarkirî zû înfilaq kiriye. Di encama înfilaqê de ajovanê wesayîtê miriye û ji ber xisara ku li ser rê çêbûye rê ji trafîkê re hatiye girtin. (ÎLKHA)