8 hezar 651 personelên leşkerî beşdarê teşebusa derbeyê bûn
Ji teref Serkantiya Giştî ya Leşkerî ve di derheqê teşebusa derbeyê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 8 hezar 651 personelên leşkerî beşdarê teşebusa derbeyê bûn.
Serkantiya Giştî ya Leşkerî di derbarê teşebusa derbeyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çend tank, keştî, û çek di teşebusa derbeyê de hatine bikaranîn.
Gor agahiyên ku hatine bidestxistin 8 hezar 651 personelên leşkerî beşdarê teşebusa derbeyê bûne û di teşebusa derbeyê de 35 balafir, 37 helîkopter, 246 tank û wesayîtên bi zirx, 3 keştî, 3 hezar û 992 heb çek hatine bikaranîn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat velavkirin kesên ku beşdarê teşebusa derbeyê bûne wek ‘terorîstên xayîn ên mensûbên çeteya dereqanûnî yên ku cil û bergên leşkerî lixwe dikin’ (FETO) tê hesibandin.
Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Di tehqîqata ku hat kirin de di serî de milet, nirx, meclîs tê dîtin ku jimara terorîstên xayîn ên mensûbên çeteya dereqanûnî yên ku cil û bergên leşkerî lixwe dikin (FETO) yanê 8 hezar 651 personelên leşkerî beşdarê teşebusa derbeyê bûne.” (ÎLKHA)