• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Gulen û konê wî projekî mezin a Emrîka bûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wek li her derê Tirkiyeyê li Çewlîgê jî protestoyên dijî teşebusa derbeyê ya 15ê Tîrmehê bê navber didome. Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn di protestoyên ku hatin lidarxistin de xîtabê gel kir. Şahîn wiha diyar kir: “Wan xwest ku derbe li memleket bidin lê ev gel derbe li derbeya wan da. Ji ber vî yekê ev zafer ya gel e.”

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahînê ku di qadê de xîtabê gelê Çewlîgê kir. Şahîn wiha destnîşan kir: “Zafera we pîroz bibe. Çend roj berê teşebusa derbeyê ya ku bi hêzên tarî yên wekê Emrîka û Îsraîl dê pêk bihatiba ji teref milet ve hat sekinandin. Wan xwest ku derbe li memleket bidin lê ev gel derbe li derbeya wan da. Ji ber vî yekê ev zafer ya gel e.”

 “Ev zafer ya gelê ku xwe avêt ber tankan û canê xwe da ye”

Şahîn bal kişand ku gel vî teşebusa derbeyê daye sekinandin. Ji ber vî yekê ev zafera gel e. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda rehma xwe li birayên min ên ku dijî derbeyê qehremane micadele kirin, canên xwe dan û jiyana xwe ji vî welatê re feda kirin bike. Xweda wan ji koma şehîdan binîvîse. Me birayên xwe yên pir hêja ji dest da. Lê hemd ji Xweda re ku me di saya wan de welatê xwe ji dest neda. Wan canên xwe dan û welat xilas kirin. Wan qehremantî û destanek mezin nivîsîn.”

 “Ev welat ya me ye, heke bişewite dê em hemî bişewitin”

Şahîn wiha axavtina xwe domand: “Lê hemd ji Xweda re ku êdî gel ji xew rabû. Tirk, Kurd, Zaza, Sunî hemî rabûn. Înşaellah dê Elewî jî hişyar bibin. Ev welat ya me ye, heke bişewite dê em hemî bişewitin. Ji xeynî Mislimanan em ji kesên çepgir, laîq, Kemalîst û ji yên din re dibêjin ku ev memleket ya me hemiyan e. Heke ev memeleket bibe wekê Sûrî şdê em hemî bişewitin.”

 “Kesên ku mexdûrê FETO, Jîtem, Ergenekon û dewleta kûr in bibînin”

Şahîn wiha pê de çû: “Ev tabloya gelê ku ji bo dijî derbeyê derketine kolanan girîng e. Di vî tabloyê de kesên ku çendîn sal e zilm lê tê kirin hene. Di vî tabloyê de kesên ku dûçarê zilma Kemalîstan bûne hene. kesên ku dûçarê dewleta kûr û FETOyê ne hene. Lê dema ku ji derve teşebusa derbeyê çêbû cudahiyan, mexdûriyetî zilman danîn aliyekê û beşdarê parastina welat bû. Em bang li rêvebiran dikin; ‘Kesên ku mexdûrê FETO, Jîtem, Ergenekon û dewleta kûr in bibînin.’ Van derbekeran berî jî derbe li me dabûn.”

 “Gulen û konê wî projekî mezin a Emrîka bûn”

Şahîn wiha dawî li axavtina xwe anî: “Encama vî derbeyê şewatek giran bû lê ji ber ku endamên FETOyê paqij bûn bû wesîla xêrê. Ev saziya ku 40 sal e li vir bicî bûye hat paqijkirin. Koma Guelnî bi vî teşebusa derbeyê resmen xwe kuşt. Bibînin. Gulen û konê wî projekî mezin a Emrîka bûn. Armanca wî ew bû ku di civaka Îslamî de çavkaniyên wek însan û maddeyê li dorê vî tevgerê bicivîne û beriya Mislimanan bike ûÎslam qewîn bibe. Da ku dijî Mislimanan bikar bîne. (ÎLKHA)



 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir