Li Qamişloyê teqîn: 32 mirî
Di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya ku li Qamişloya Kurdistana Rojava pêk hat de 32 kes jiyana xwe ji dest da û nêzî 100 kesî jî birîndar bû.
Hat ragihandin li Qamişloyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li navenda Qamişloyê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de li gor agahiyên ku hatine wergirtin 32 kes jiyana xwe ji dest da û ji zêdetirî 100 kesî jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîş li Taxa Xerbiya Qamişloyê di seat 09.30an de pêk hat.Tesîra teqîanê ji Nisêbînê jî hat hîskirin.
Ji ber êrîşa ku pêk hat 32 kes jiyana xwe ji dest da û ji zêdetirî 100 kesî jî birîndar bû.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdoraê.Tê endîşekirin hejmera kesên mirî zêdetir bibe.
Ji ber tesîra teqînê du kesên bi navê Mehmet Saît Bîçen (68) û Nasrettîn Dîkkat (76) birîndar bûn.(ÎLKHA)