• DOLAR 32.53
  • EURO 34.866
  • ALTIN 2429.007
  • ...
Rojnamegerê ku darbekeran wî birîndar kiribû qala wê şeva teşebûsa darbê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûçegihanê  Rojnamegerê  Mîlatê Enes Babacanê ku di şeva teşebûsa darbê de çûbû balafirgehê  bi berikên eskerên darbeker  birîndar bûbû.Babacan di derbarê wê şevê de destnîşan kir xortekî digel wî şerbeta şehadetê vexwariye.

Babacan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ew vê teşebûsê bihîst çû Balafirgeha Ataturka Stenbolê.Dema ku ew çû wê derê eskerên bi rutbe wan hişyar kirine û ji wan re gotine ‘vebikişin naxwe em ê wê bikujin.’Babacan her wiha diyar kir eskerên darbeker hema ji berê ve li ser xelkê ku li balafirgehê civiyabû de berikan direşandin.Ji ber tiştên ku darbekeran bi xelkê dane jiyandin Babacan destnîşan kir pêwîst e kesên darbeker bên daleqandin.

“Ez birîndar bûm.. Min tiliya xwe ya şehadetê rakir… Min şehadet û tekbîr anî”

Babacan di berdewama axavtina xwe de qala wan bûyerên ku wê şevê pêk hatine wiha kir: “Ji hêla deriyê Byê ve du transît cendirme hatin.Xelk êrîşî li ser cendirmeyan kir.Bi êrîşkirina xelkê, cendirmeyan hema ji berê ve li ser me de berik reşandin.Min bi xwe dît ku 3 kes bûn hedefa berikan.Ez çûm alîkariya xortekî.Dema ku ez çûm balê û min kir ku ji destê wî bigrim berikek îsabetî sînga min jî kir.Ez ketim erdê.Min wê demê ji xwe re difikirî ku ez dê bimrim.Lê ez kêfxweş bûm.Ez xemgîn dibûm… Ji mirinê neditirsiyam.Min tiliya xwe ya şehadetê rakir û min şehadeta xwe anî.Dû re jî min tekbîr avêtin.Dû re hevalên me hatin me birin revîrê.”

Babacan di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew li nexweşxanê hîn bûye ku Serokomar bi selamet e pir kêfxweş bûye û ji kêfan tekbîr anîye.

 “Mislimantiya kesên ku bi ava Emrîka destnimêj bigirin encax ev qas dibe”

Babacan di dawiya axavtina xwe de di derbarê wan kesên darbeker ên ku teşebûsî darbê kirine de diyar kir Mislimantiya kesên ku bi ava Emrîka destnimêj bigirin encax ev qas dibe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me rabirdûya darbeyên li Tirkiyê nihêrt.Me qet texmîn nekirûbû ku ew ê ev kes tiştekî bi vî awayî bikin û bi balafiran xelk,ewlehî û meclîsa xwe rasterast hedef bigirin.Lê belê diviyabû me texmîn kiribana.Lewra  ew kesên dema Xaze dihat lêxsitin yên ku dilên wan nedişewitî dê li ser hemwelatiyên xwe jî neşewitîbana.Divê me vê yekê fikirîbana.Ev zarokên Emrîka bûn.Gelo zarokên Emrîka li ber Afganîstan,Iraq, Sûriye û Filîstîne dikevin?Naxêr, li ber wan nakevin.Rastiya rewşê di holê de ye .Gelo digel vê rastiyê ew kes çima li ber Tirkiyê bikevin?Tu ferqa wan û ya me ji hev nîne.Ew jî Misliman bûn û em jî Misliman in.Hedef jî ji xwe ev bû.Em ji wan re bûbûn hêvî.Armanca wan tunekirina vê hêviyê bû.Hedef ev bû, ma ew ê çima li ber kevin.Pêwîst bedela vê îxanetê îdam be.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir