• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mexdûrên Saziya Paralel: Dosyaya Vahdet-Dera Semsûrê 1
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Vehdet-Dera Semsûrê yên ku ji ber qumpasên ku di sala 2010an de ji teref Saziya Paralel ve hatibû lidarxistin  mexdûr bûbûn diyar  kirin ku ew dixwazin mexdûriyeta wan ji holê were rakirin.

Endamên Vehdet-Dera Semsûrê yên ku ji ber qumpasên ku di sala 2010an de ji teref Saziya Paralel ve hatibû lidarxistin mexdûr bûbûn rojek berê sibê wekê terorîst hatin binçavkirin û ji teref endamên darizandina heman saziyê ve bi şiklekî giran hatin cezakirin.

Endamên saziya paralel ên wek polês û hakim bi hinceta ku endamên Vehdet-Dera Semsûrê DYEyê proptesto kirine, beşdarê cinazê bûne, bernameyên di derheqê Heftiya Wîladeta Pîroz de lidar xistine û li xwendekarên feqîr alîkarî kirine wan girtine û cezayên giran dane wan.

Wek delîl kêr jî nehatiye dîtin lê cezayên giran dane însanan

Di encama doza ku hat vekirin de ji Serokê Mustazaf-Dera Kahtayê Mustafa Yetîşê ku di dosyaya wê de wek delîl kêrek jî tunebû re 10 sal û 6 meh, ji birêvebirê Wahdet-Dera Semsûrê  Ahmet Yildirim re 9 sal û ji Ahmet Kalan, Huseyîn Demîr, îsmaîl Alpaydin û Kamîl Demîralê ku endamên komelê bûn  re jî her yek 7 sal ceza hat dayîn.

Koordînatorê Semsûrê yê Platforma Evîndarên Pêxember Bîlal Demîr, Serokê Vahdet-Derê wî çaxê û niha jî Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk û  zarokên mexdûrên saziya paralelî bûn ji ÎLKHAyê re axivîn.

Çendîn sal ji van însanên ku ji teref saziya paralel ve dihatin tacizkirin Bîlal Demîr diyar kir di heyama ku her tiît di holê de bû de ev sazî belesebeb ceza da însanan. Ji ber vê yekê wan xwest ku dûbare ev dosya werin vekirin û bi şiklekî adilane were darizandin.

Bîlal Demîr diyar kir ki di sala 2010an de bi şiklekî qanûnî dest bi xeabtên komelê kirine û di vî heyamê de her tim ji teref endamên zasiya paralel ve hatine teqîbkirin. Demîr diyar kir ku xebatên komeleyê di çarçovek qanûnî de hatine kirin. Lê di gel vî yekê wek sûc hatine hesibandin.

 “Alîkarê waliyê ji bo hevdîtinê digot saet 14:00an de werin lê me heta 16:00an dida sekinandin”

Demîr serpêhatiya xwe wiha anî ziman: “Herkesên ku wî rojê ji me re zehmetî derdixistin îro hemî hatin girtin. Dema ku dê me bernamek li darbixistiba me destûr dixwest. Alîkarê waliyê ji bo hevdîtinê digot saet 14:00an de werin lê me heta 16:00an dida sekinandin. Tinazan li me dikir. Di demên dawî de di raya giştî de jî hat dîtin. Bernameya Wîladeta Pîroz a Samsatê ya me hat sabotekirin. Endamên paralelê ya wir ji me re digotin; ‘dê em hnehêlin ku hûn bername li dar bixin. Ji xwe dê em destûr nedin bernameya Semsûrê jî.’ Lê me ji ber semîmiyet û fidakariya  birayên xwe bernameya xwe li dar xist.”

Li mitbaxê ji ber ku di fîncanê de 1 lîre hat dîtin 5 hezar lîre ceza hat dayîn

Demîr diyar kir ku li komeleya wan serdegirtin hatiye kirin û ji ber ku li mitbaxê ji ber ku di fîncanê de 1 lîre hat dîtin 5 hezar lîre ceza hat dayîn. Her wiha Demîr destnîşan kir ev sazî her tim îftira diavêt komeleyê û ciwanan ditirsand lê îro ew ketine rewşek xirab.

 “Li hemî odeyan Samanyolu TV vekirî bû û li ser masê jî Rojnameya Zamanê hebû”

Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk diyar kir ji bo ku xebatên komelê di nezera gel de bê îtîbar bikin di operasyonan de wekê ku li ser malên terorîstan serdegirtin pêk tê çendîn polês li ser komelê digirtin. Dûvre Çelîk wiha axavtina xwe wiha domand: “Dema ku ez diçûm min hevalên xwe dipirsiya tştek ber çavên min ket. Her car min di odekî din de didan sekinandin. Cara yekem dema ku ez çûm di odê de Samanyolu TV vekirî bû û li ser masê jî Rojnameya Zamanê hebû. Min got narmal e. Dema ku ez cara duyem çûm mib di odekî din de dan sekinandin û dîsa heman rewş hebû. Dema ez cara sêyem çûm dîsa min di odek din de dan sekinandin. Li wir jî Samanyolu TV vekirî bû û li ser masê jî Rojnameya Zamanê hebû. Hewl didan vî peyamê bidin me; yan dê hûn îtaetê me bikin an jî dê hûn têkevin vî rewşê.”

 “Min di sala 2012an de parlementerên AK Partiyê di derheqê saziya paralel de îqaz kir lê bawer nekirin”

Çelîk diyar kir ji bo ku qumpasa saziya paralelê derêxe holê wî dosya pêşkeşê parlementerên Semsûrê yên AK Partiyê kiriye. Lê mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin. Çelîk diyar ji ber ku ew endamên paralelê bûne wan vî yekê çareser nekirine.

Çelîk anî bibîranîn ku ew alîkarên walî û endamên ewlehiyê yên ku vî yekê kiribûn piştî teşebusa derbeyê hatine hatine girtin. Her wiha Çelîk destnîşan kir ku wî di sala 2012an de parlementerên AK Partiyê di derheqê saziya paralel de îqaz kiriye lê kes bawer nekiriye.

 “Hinek polês ji şaneşînê û hinek jî ji banê ve çawa mala terorîstan tê serdegirtin wisa di ser mala me de girtin”

Abdurrrezak Demîrê lawê Huseyîn Demîrî diyar kir ku bavê wî ji ber nasnameya wî ya Îslamî di salên 2000an de ji teref polêsên endamên saziyê ve hatiye girtin. Demîr diyar kir ku wek malbat ew di encama van qumpasan de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Demîr mexdûriyeta xwe wiha anî ziman: “Mala me rojekî berê sibê ji teref polosên xwedî çek ve di serde hat girtin. Hinek polês ji şaneşînê û hinek jî ji banê ve çawa mala terorîstan tê serdegirtin wisa di ser mala me de girtin. Dûvre 2 wesayîtên ku sinyal dibirin hatin ber mala me. Têketin û derketina taxê hatibû qedexekirin. Tabî piştî vê yekê nişteciyên taxê êdî bi çavek xirab lê me mêze dikirin. Lewra heta niha serdegirtinek wiha nedîtibûn. Piştî vî qumpasê ji ber ku em esnaf bûn jiyana me ya ticarî sekinî. Xizmên me jî vî miemelê li me dikirin. Ji me re digotin; ‘heke sûcê we tune hûn çima dikevin zindanan.”

 “Ez ji Wezîrtiya Edaletê efû naxwazim ez dixwazim ku ji nû ve darizandinek adilane pêk were”

Halîl Yildirimê lawê Ahmet Yildirimî yê ku li mala wî berê sibê bi 20-30 polêsên çekî ve hat lidarxistin mexdûriyeta ku di encama vî yekê de bi mexdûriyetek mezin re rû bi rû mane wiha ragihand: “Piştî di serdegirtinên ku li mala me hatin lidarxistin de me ji cîranên xw ebertekên cûr bi cûr dîtin. Lewra ji derve ji ber operasyonên ku dihatin lidarxistin mala me wek mala kesê ku endamê terorê ye dihat dîtin. Hinek xizmên me xwedî li me derdiketin lê hinek xizmên me jî ji me dûr disekinîna. Me di vî mijarê de gelek zehmetî kişandin.”

Yildirim bal kişand pêwîst e ev biryarên ku ji teref hakim û dozgerên di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê de hatin girtin ve ji nû ve werin minaqaşekirin. Her wiha Yildirim diyar kir ku ew ji Wezîrtiya Edaletê efû naxwaze ew dixwaze ku ji nû ve darizandinek adilane pêk were.” (ÎLKHA)


 











Bu haberler de ilginizi çekebilir