• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Darbe mîna erezyonan e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Eprem di nirxandina xwe ya ku di derbarê darbeyan kir de destnîşan kir ji hemû fikr û ramanê hemû kes pêwîst e li dijî darbeyan biraweste û wiha destnîşan kir “Darbe bi mudaxeleya hêzên derve tê kirin da ku welêt feqîr bibe, birçî bimîne û derdor bibe derdora terorê û bi heman awayî da ku xwîn û hêstirên çavan birjin.Darbe mîna erezyonekê çi tê berê dide ber xwe û bi xwe re dibe.”

Erprem di berdewama axavtina xwe de qala wan 4 darbeyan û e-muxtiraya ku ew jê re bûbû şahid, kir.Eprem di axavtina ku kir de diyar kir ew di darbeya 1980an de dema ku diçû dikana xwe ji teref eskeran ve hatiye binçavkirin.Eprem diyar kir piştî ku ew hat binçavkirin re li wî û li kesên ku hatibûn binçavkirin re gelek îşkence û tehdayiyên ku nayê bîra mirovan di girtîgehan li wan hatin kirin .Eprem  wan îşkence û zehmetiyên ku lê dihatin kirin yek bi yek anî ziman.Ji wan yek jî ji teref darbekerên darbeya 1980an ve di girtîgehê de qedexekirina nimêjê ye.

 “Ji kesên ku di qewîşan de bûn re digotin ‘Kesên ku nimêj bikin dê bicehimin”

Eprem di derbarê qedexeya kirina nimêjê de tiştên ku hatine serê wî û tiştên ku ew ji wan re bûye şahid bi vî awayî anî ziman: “Bi qasî ku tê bîra min  di qewîşê de nêzî 900 kesî dima û di nav van de jî tenê 35 kes nimêj dikir.Piştî 3 rojan di nav van kesên ku nimêj dikir ez tenê mam.Ew kesên nimêjker hatin tirsandin û nimêja xwe nedikirin.Ji kesên ku di qewîşê de nimêj dikirin re digotin ‘kesên ku nimêj bike dê bimre.’Min jî ji wan re bertek nîşan dida û ji wan re digot ez dê nemirin ez dê şehîd bibim.Hemd ji Xwedê re ku min ji nimêja xwe tawîz neda.”

“Ji 1980an ve ez wek nîv însanî mam”

Eprem di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber îşkenceyên ku wî di heyama darbê de dîtine 2 damarê mijîyê wî xitimîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku ez ji girtîgehê derketim ji ber îşkenceyên ku min dîtibûn ez her tim nexweş bûm.Doktor ji min re got ku te du caran travmaya mijî derbas kiriye.Sedema van jî ez pey de hîn bûm ew îşkenceyên ku li min  hatibûn kirin, bûn.Ez ji 1980an ve wek nîv însanî mam.”

 “Darbe mîna erezyonekê tiştê dide ber xwe bi ber xwe re dibe”

Eprem di dawiya axavtina xwe de qala teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîka hatibû kirin kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Qaşo ew kesên ku xwestin welat ji kesên nebaş û xirab xelas bikin; fikr û nêrînên van çi ye hûn nav lê bikin.Tu feydeya darbeyan nîne.Ez dixwazim ji xortan re vê yekê bibêjim.Fikra we çi be û hûn li dijî dîn bin jî, bawer bikin armanc, wîcdan û insafa darbeyan nîne. Darbe bi mudaxeleya hêzên derve tê kirin da ku welêt feqîr bibe, birçî bimîne û derdor bibe derdora terorê û bi heman awayî da ku xwîn û hêstirên çavan birjin.Darbe mîna erezyonekê çi tê berê dide ber xwe û bi xwe re dibe.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir