• DOLAR 32.346
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2306.494
  • ...
Binçaviyên di bergeha lêpirsîna derbeyê de didomin(Tê Nûkirin)
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gelemperê Torkiyeyê di bergeha lêpirsîna ku piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê hat destpêkirin de binçavî û girtin bê navber didome.

Di bergeha vî lêpirsînê de li Rîzeyê 5 polês hatin binçavkirin. Her wiha hat ragihandin ku di çarçova vî yekê de çawîşekî yê ku li Serdariya Cendirmeyan a Bajêr wezîfedar e hatiye binçavkirin.

Rîze

Li Rîzeyê di çarçova lêpirsîna ku ji 15ê Tîrmehê pê ve tê meşandin de 44 polês û çawîşek pispor hatin binçavkirin. 2 hakim û dozgerek hatin girtin. Hakimekî jî di bergeha bi şertê serbestiyeta ku were teftîşkirin de hat serbestberdan.

Li Diyarbekirê hezar û 9 kes ji wezîfê hatin dûrxistin

Walîtiya Diyarbekirê di bergeha lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de di derhaqê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jimara personeln qamuyê wiha diyarkirin: “Midûrtiya Ewlehiyê 382, Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî 288, Midûrtiya Bajêr a Polîtîqayên Malbat û Ciwakê 93, Personelên adlî 69, Zanîngeha Dîcleyê 56, 41 Personelên Leşkerî, Midûrtiya Diyarbekirê ya TRTyê 19, Midûrtiya Bajêr a Xizmetên Ciwaniyê û Werzîşê 10, Serokatiya Daîreya Bacan 8, Miftîtiya Bajêr 7, Midûrtiya Bajêr a Saziya Ewlehiya Ciwakê 6, Midûrtiya Herêmê ya Telekomê 4, Saizya Piştgiriya Çandinî û Çolwarê 3, Amîrê Îdareya Milkî 2, Saziya Teftîşa Bacan 2, Ji saziyên din 15 bi tevahî hezar û 9 kes ji wezîfê hatin dûrxistin.”

Her wiha li Diyarbekirê di bergeha Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî a li navçeya Çinara Diyarbekirê bi 3 momosteyên wezîfedar ên ku ji wezîfê hatin dûrxistin jimara van kesên ku ji wezîfê hatin dûrxistin bû 14.

Sêrt

Midûrtiya Ewlehiya Sêrtê jî di derbarê lêpirsînê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha diyarkirin: “Di bergeha lêpirsîna ku derbarê FETOyê didome de li navenda bajêr û navçeyên wê de Serkomîserek a Midûrê Şaxê, 7ê wî komiser, 12ê wî alîkarê komîserê û 57ê wî polês bi tevahî 78 personelê midûrtiya ewlehiyê doh bişev hatin binçavkirin. Bi vî yekê re jimara personelên ewlehiyê yên ku hatin binçavkirin bû 116. Lêgerîna 25 bersûcan didome.”

Li Şernexê 79 kes hatin binçavkirin

Di bergeha lêpirsînê de li Şernexê 11 leşker, 52 polês, 14 mamoste û 2 personelên miftitiyê bi tevahî 79 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku lêpirsîna van kesan didome. 

Li Bîngolê qeymeqamek, 10 hakim û dozger û 6 polês hatin girtin

Qeymeqamê Kixiyê Mehmet Aydinê ku di 22ê Tîrmrhê de di çarçoveya lêpirsîna teşebûsa darbê de hatibû binçavkirin  ji teref mehkemê ve hat girtin.Ji bilî Aydin, 5 hakim, 5 dozger û 6 polêsên ku sewqî mehkemê hatin kirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.

Bi  vî awayî herjmera kesên ku li Bingolê hatin girtin derkete 18an û kesên ku ji peywirê jî hatin dûrkirin bû 200.

Kanîreş

Li Taxa Turgut Ozala Kanîreşê, ersaya ku 6 hezar û 300 metre çarçik e û avahixya du qetî ya di nav de   dewra wê ji xezîneya dewletê re hat kirin.

Mûş

Hat ragihandin 5 eskerên ku di 49emîn  Arîkartiya Fermandarê Tugaya Qomandayê de dixebitîn hatine girtin.Hat hînbûn eskerên ku hatine girtin ji bo jêpirsînê birine ewlekariyê.Hat ragihandin li Melezgirtê midûrê dersxaneyekê û li Kopê jî kesek hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir