• DOLAR 32.367
  • EURO 35.048
  • ALTIN 2326.05
  • ...
Yavuz: Xelk wezîfeya xwe kir dor a siyasetê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê ku digel teşebûsa darbeya di 15êTîrmehê de bi piştevaniya Emrîka hatibû kirin re bang li terefdar xwe û xelkê kiribû da ku li dijî teşebûsa darbê xwe berdin kolanan li cûrbecûr bajêran xwepêşanên xwe didomîne.

Di vê bergehê de Arîkarê Serokê Giştî Û Berdevkê HUDA PARÊ Mehmet Yavuz tevlî nobeda ku li dijî darbê bû, bû û ji xelkê re xîtap kir.

“Xelk xaînan qewirand”

Yavuz di axavtina xwe de diyar kir xelk wezîfeya kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xelk wezîfeya xwe bi cî anî û berxwedaneke muazzam nîşan da.Şehîd da û xaînan qewirand.Êdî dor a siyasetedaran e.

 “Li Tirkiyê kesên bi namûs û bênamûs hene”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Li Tirkiyê meseleya pêşvexwaz û paşvêxwaz, çepgir û rastgir nîne.Li Tirkiyê kesên bi namûs û bênamûs hene.Li vî welatê kesên bi namûs yên ku xwestin namûs, şeref û azadiya xwe mihafeze bikin û kesên ku bênamûs ên ku azadî, izet û huriyeta vî miletî ji emperyalîstan re pêşkêş bikin hene.Hemd ji WÎ Xwedayê ku me di koma wan kesên binamûs de civand.”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de diyar kir her çi qas  em wek civatê di nava îxtîlaf  û fikrên cuda de bin jî jêparên me yên hevpar hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel êrîşên ku ji hindur û derve hatin kirin, hêza mezin a ku  bû wesîle ew têk biçin  îmana xelkê ye.Ew hêza ku xelkê dikşand ber tankan îmana di nava xelkê de ye.Tu hêz nikare xwe li ber vê îman û yekîtiyê bigre.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir