• DOLAR 32.537
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2492.23
  • ...
SON DAKİKA
Zilamê ku 29 sal dihat zenkirin windabûye derket holê ji teref lawên xwe ve hatiye kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derket holê ku şexsê bi navê M.P. yê ku berî ve 29 salan wek windabûyî hatibû îxbarkirin ji teref zarokên xwe ve hatiye kuştin û ceseda wî jî di hewşa malê de hatiye veşartin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin şexsê bi navê M.P. yê ku li Taxa Aydinlikevlerê rûdinişt berî vê 29 salan ji teref malbata xwe ve wek windabûyî hatbûn destnîşankirin.Zarokên vî şexsî diyar kiribûn ku bavê wan winda bûye û lê digerin nagerin nabînin û wan ji ber yekê muracatî qereqolê jî kirine.Piştî 29 salan ji zarokên M.P. zarokek çû qereqolê û diyar kir ku bavê wî winda nebûye, bavê wan hatiye kuştin û di hewşa malê de hatiye veşartin.

Yekîneyên polêsên ji ber îfadeya ku ji wan re hat dayîn çûn mala ku qala wê ji wan re hatiye kirin û xebatên kolanê kirin.Piştî xebatên kolanê yên ku bi seatan berdewam kirin re ceseda M.P. di nav paçikan de wek  nixumandî hat dîtin.Cenaze piştî lêkolînên ku ji teref dozgeriyê ve hatin kirin re birin Mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê.

Polêsan dê R.P. û zarokên wê yên bi navê Î.P. û Ş.P. ji ber îdiaya têkiliya wan bi bûyerê heye birin Midûrtiya Bajêra ya Ewlekariyê.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir