• DOLAR 32.499
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2436.193
  • ...
Cotkar ji garisê randimanek baş hêvî dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên Gundê Sêgirkanê ya girêdayê Êlihê ragihandin ku ew îsal ji garisa ku ji meha adarê pê ve çandine randimanek baş hêvî dikin.

Cotkarên ku ji xeynî çandina mehsûlên sebzeyan çandina garisan jî dikin diyar kirin ku hêviya wan ew e îsal ji garisê randimanek baş hilbigirin.

Ji cotkaran Emîn Balîn, di derheqê çandina garisê ya ku ji meha adarê pê ve çandine de agahî da. Dûvre Balîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji meha adarê pê ve garis çandiye. Em heta îro pê re mijxul dibin. Çi hewce dike em dikin. Em di heftê de carek av didin. Heke avdaniya wê bi rêk û pêk neyê cî randiman kêm dibe. Ji ber vî yekê em avdaniya wî qet dereng nakin. Dê em heta 2 heftiyan jî avdaniya wê bidomînin. Dema ku em garis datinin ji ber ku hewa pir xweş e em hêvî dikin ku dê randimana garisê baş bibe.”

Balîn diyar kir ku dê paleyiya garisê di nabeyna 2 mehan de dest bike. Dûvre wiha pê de çû; “Piştî ku avdaniya garisê xilas dibe em nêzî mehek hêvî dikin ku hişk bibe. Dema ku hişk bibe dê em bipîvin gelo hişk e an ne.” (ÎLKHA)



 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir