• DOLAR 32.6
  • EURO 34.85
  • ALTIN 2499.133
  • ...
Ji dapîra 74 salî ji dijî derbeyê re bangewaziya yekitiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê protestoyên dijî teşebusa derbeyê ya 15ê Tîrmehê didome. Ji 7an heta 70yan ji her umrê însan beşdarê bernameyên ku dijî teşebusa derbeyê ya li Parka Ormanê tê lidarxistin dibe.

Di axavtinên ku li parqê de hat kirin hat destnîşan kirin ku derbekeran hesaba her tiştî kiribûn lê tekoşîna gel hesab nekiribûn. Dûvre axavtin wiha hat domandin: “Ev terorîst hesaba her tiştî kiribûn. Lê hesaba Xweda ji bîr kiribûn. Îman û baweriya gel hesêb nekiribûn. Ey hêzên hikûmranê dinyayê û emperyalîst! Hûn ne dinya hemî were cem hev nikare vî gelê ji hev bike. Hûn dê qet nekarin vî miletê bidin sekinandin. Feraseta gel davika wan xirab kiriye.”

Li qadê kesa herî balkêş bê guman Dapîra Salîhe ya 74 salî bû. Ew di gel umrê xwe ya mezin ji roja teşebusa derbeyê ya ewil pê ve ji qadê dûr neketiye.

 “Ez bang li 7 dewletan dikim, bila hişê xwe hildin serê xwe”

Dapîra Salîhe diyar kir heta ku Serokkomar bangewaziya duyemîn neke dê ew meydanan terk nekin. Dûvre Dapîr wiha axivî: “Ez ji bo doz li vir im. Bî îşev re ev bû 11 şev ku ez li vir im. Ez ji saet 17.00an heta 05.00ê sibê li vir im. Ev doza min yan jî ya te nîne. Ev doza me hemiyan e. Ev doza Kurd, Tirk, Laz, Çerkez an jî ya Zazayan nîne. Heta Serfermandar nebêje ‘ji vir herin’ em li vir in. Ez bang li 7 dewletan dikim, bila hişê xwe hildin serê xwe. Me li Çanakkaleyê şehîd dan. Me li herbên cîhanê yên yekem û duyem de şehît dan. Em aciz nebûne. Heta em bimirin dê em serbilind bibin.”

 “Em ji bo dînê Xweda li vir in”

Mustafa Kara jî diyar kir ji ber ew bidin nîşandan ku cem heqiyê ne hatine qadê. Dûvre Kara wiha pê de çû: “Derdê me demokrasî nîne. Derdê me derdê Pêxember e. Gelemperê vî gelê ya ku vir hatiye cem hev ji bi rizayê Xweda ye. Karê me bi demokrasî re tune. Em ji bo dînê Xweda li vir in.”

Suleyman Çaçan destnîşan kir ku ew ji bo demokrasî nehatine qadê. Ew ji bo Xweda hatine qadê. Dûvre Çaçan wiha diyar kir: “Beriya her tiştê em ji bo îdeolojiya tu kesî li vir nînin. Em ji bo ku ruhê Çanakkaleyê bidin nîşandan li vir in.”

Mehmet Halît Azîzoglu diyar kir ku kes nikare dijî îmanê micadele bike. Her wiha Azîzoglu diyar kir ku ew dê qadan terk nekin. (ÎLKHA)



 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir