• DOLAR 32.376
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2325.65
  • ...
Mexdûrê Rêxistina Paralel axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Emîn Tetîkê ku nêzî 5 salan wek mexdûrê Rêxistina Paralel di girtîgehê de ma bang li hikûmetê kir û xwest ku mexdûriyet ji rastê bên rakirin.

Tetîk diyar kir dema ku ew li mizgeftê dersa Qur’anê dida hatiye binçavkirin û ji teref Gultekîn Avciyê ku ji dozgerên berê yên Rêxistina Paralelê ve jê re 4 sal û 8 meh ceza hatiye dayîn.Tekîn ji bo wan mehqûmên dîndar ên  ku belesebeb hêj di girtîgehan de ne re ji nûv re darizandinê teleb kir.

 “Ji ber ku min li camiyê dersa Qur’anê dida ji bo min 4 sal û 8 meh ceza hat xwestin”

Tetîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew li mizgeftê dersa Qur’anê dida hatiye binçavkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ser girtina min 6 meh derbas bûbû ku Gultekîn Avciyê ku ji dozgerên berê yên Rêxistina Paralelê û dozgerê girtîgehê hatin ziyareta mehqûman.Serdozger ji min pirs ka tu çima di girtîgehê de ye.Min  jî jê re got ku ez jî nizanim çima di girtîgehê de me.Ji vê bersiva min re serdozger got ‘Naxwe me te belesebeb girtiye.’ Min jî jê re got ku wiha xuya dike we min belesebeb girtiye.Dozger ji min re got ku îddîanameya te heye? Min jî îddîanameya xwe daye.Kêlîkê lê nihêrt û ji min pirsî ‘ka di rabirdûyê de dîmen û kurtejiyana te li dereke derketiye?’Min jî jê re got na.Dema ku min jê re got na ji min pirs kir ‘çima tu li vê derê yî?’ Min jê re got ku ji min pirs nekin, pirsa xwe ji dozger Gultekîn Avciyê li ba xwe bikin.”

 “Berî ku ez ceza bixwim, dozgerê Rêxistina Paralel dizanibû ku ez ê ceza bistînim”

Tetîk axavtina xwe wiha domand: “Dozger vê carê heman pirsê ji Gultekîn Avci kir.Kêlîkê rûyê wî sor bû û wiha bersiv da ‘ Ger ku min qerara girtina wî dernexistibana  ew ê gotibana ji Hîzbullah e û dê di derheqê min de dozê vekiribana.’ Li vê derê mexdûriyetek heye û ev jî eseh e. Gultekîn Avci gotibû ‘piştî ku ev dosya întîqalî DGMyê kir re ev zilam dê cezayê bistîne.’Dema ku dozger hatibûn ziyaretê, 6 meh çêbûbû ku ez di girtîgehê de bûm.Piştî ku ez 2 salan hatim darizandin re ceza dan  min. Dozger dizanibû ku ez ê ceza bistînim.Lewra digot ‘kî ji vê dosyê biçî weke ku qerareke sîyasî hatiye standin dê cezayê bixwe.”

 “Ger ku li camiyê dayîna dersê fealiyeta rêxistinî be em bi vê fealiyetê şanaz in û pê difexirin”

Tetîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir gelek kesên ku weke wî li camiyan derse didan hatine mexdûrkirin hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku hewil didan xortên me nekevin destê hêzên şeytanî û çirava tiryak û diziyê hatin girtin û wan avêtin girtîgehê. Ger ku li camiyê dayîna dersê fealiyeta rêxistinî be em bi vê fealiyetê şanaz in û pê difexirin.Kesên ku dersa Qur’anê didan avêtin girtîgehê û ew  bi salan hatin mexdûrkirin.Bi ya min divê kesên di girtîgehê de cardin   bên darizandin.Her çi qas di ser de 20-30 sal derbas bûbe jî pêwîst e ku mexdûriyetên wan ji rastê bên rakirin.”

“Bi mudaxele ya hêzên derve hat xwestin ku neşterek li Ummeta Îslamê bê lêxistin”

Tetîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir Tirkiye bi salan e ku ji darbeyan dikşîne û wiha pê de çû: “Ji darbeyên 1960,1982 û darbeyên post modern û muxtirayan em hatin roja me .Îro ji wan darbeyên borî darbeyeke dijwartir hat xwestin bê kirin.Lê bi ser neketin.Bi ya min ev tenê li Tirkiyê nehat kirin. Bi mudaxeleya hêzên derve hat xwestin ku neşterek li Ummeta Îslamê bê lêxistin.Ew Tirkiyê wek qaleya dawî ya Îslamê dibînin û xwestin darbê lê bikin.Lê teqdîra Xweda, xelk bi şikleke herî baş bersiv da û mudaxeleyî wan kir.Bi vî awayî darbe hat qewirandin.Ev darbe li Umeta Îslamê hat xwestin bê kirin.Kesên ku teşebûsî vê darbê kirine kesên Misliman mexdûr kirine.Bila ev mexdûrîyeta Mislimanan ji rate bê rakirin.”

 “Rêxistina Paralel modeleke Îslamê ya ku hatiye  pasîfkirin ji dinyayê re pêşwaz dike”

Tetîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir mensûbên Rêxsitina Parelel di tu heyama rêveberiya awartê de zehmetiyê nekişandine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wan darbeyan de her çi qas Misliman eziyet û zehmetî kişandibin jî, îşkence li wan hatibe kirin jî ji endamê Rêxistina Paralel tu kes ne hatin binçavkirin û nê jî li wan îdareya awartê nehat tetbîqkirin. Ji ber vê yekê tê fêmkirin ku ev ji mêj ve di nava dewletê de bi cî bûne.Ev rêxistineke ku ji xwe re takiyê xistiye dîn e.Bi salan li ser vê takiyê xwe veşartin.Ev rêxistin wek kaxiza turnusolê ye.Ji ber vê yekê ev rêxistin ji Mislimanan re pir bi xeter e.Ev rêxistin ne tenê li Tirkiyê bi heman awayî li 117 welatî fealîyetan dike. Rêxistina Paralel modeleke Îslamê ya ku hatiye  pasîfkirin ji însanan re pêşwaz dike.”

 “Ger ku çûyîna mizgeftê sûc be, em ji sûcê xwe razî ne”

Tetîk di dawiya axavtina xwe de wiha axivî: “Em dixwazin ku mexdûriyetên hevalên me yên di girtîgehê de ji rastê bên rakirin.Lewra ew bi salan belesebeb di girtîgehan de ne. Ger ku çûyîna mizgeftê sûc be, em ji sûcç xwe razî ne.Her çi qas ev hikûmet 13 salan mexdûrîyeta wan nedîbe jî heke ji îro pê ve mexdûrîyeta wan ji rastê rabike jî dîsa gelek baş e.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir