• DOLAR 32.385
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2325.822
  • ...
Rewşa Nisêbînê ya herî dawî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derve ketina derva ya ku di 14ê Adarê pê ve ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hatibû îlankirin doh di derdora saet 14.00an pê ve qismen hat rakirin.

Li navçeyê piştî ku qedexe hat rakirin texrîbata ku ji ber pevçûnan çêbûbû derket holê. Li Nisêbîna ku bûye wêran dîmenên komên molozan ên nû derketin holê.

3 hezar avahî ji bilî ve bûye kavil

Hat ragihandin li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê ji ber pevçûnan nêzî 3 hezar avahî ji bilî ve bûye kavil. Yên ku mane jî zirarên gelek mezin dîtine.

 “Pasajê kirine wek kavil, dûvre dolarek hêştine”

Hat dîtin ku di Pasaja Kaçakçilarê ya ku li navenda navçeyê ye gelek xisar çêbûye. Xwediyê dikanek Zeynel Ayhan wiha axivî: “Qedexeya li nisêbînê piştî 135 rojan hat rakirin. Hûn texrîbata di dikanan de bi çavên xwe dibînin. Pasajê ser û bin kirine û dûvre dolarek hêştine. Ev dolar jî pir bi wate ye. Li ser hemî derbekeran dolar derket.”

Dê qedexe 30 roj di nabeyna saet 21.00 û 05.00an de bidome

Qedexeya derketina derve bes li taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyûbî, Çatalozu, Îpek yolu û Barişê di saet 14.00aan de hat rakirin. Lê dê di van taxan de qedexe 30 roj di nabeyna saet 21.00 û 05.00an de bidome.

Dê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê qedexeya derketina derve heta hişyariyek din bidome. (ÎLKHA)



 





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir