• DOLAR 32.575
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2426.626
  • ...
Şahîn: Di warê OHALê de endîşeyên me hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku qerara OHALê ji meclîsê derbas bû re tecrûbeyên bi jan ên ku li rabirdûyê pêk hatibûn cardin anî bîran.Ji ber vê yekê dîsa tê meraqkirin gelo ev OHAL jî wek wan OHALên ku berî niha hatine îlankirin be yan jê cudatir be.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn di derbarê mijarê de diyar kir tecrubeyên OHALê yên Tirkiyê nebaş in û ew ji ber vê yekê endîşedar in.Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e ku hikûmet di warê mucadeleya bi rêxistina paralel de ji bo ku kesên masûm zirarê nebînin haydar û bi dîqet be.

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir bêşik û bêşiphe di pey wê teşebûsa darbê ya ku hatiye kirin de Koma Gulen heye û nîşan kir ku  ne tenê li pey wan li pey teşebûsa darbê jî Emrîka û Îsraîl heye.Şahîn di berdewama axavtina xwe de  wiha destnîşan kir: “ Teşebûsa darbê bi pêşîvantîya Koma Gulen hatiye kirin û di vê de şek  û şiphe nîne.Lewra dema ku li delîlan, tora têkiliyê û cihê ku jê talimat hatine girtin tê nihêrtin di seran de qet pirs namînin.Encax gelo Koma Gulen di vê rêyê de tenê hereket kir? Di vê mijarê de delîlinan hene ku di wan de jî şek û şiphe nîne.Her weke ku tê zanîn Gulen ev bû bi salan li Emrîka ye û bi salan bi Îsraîl û Emrîka re di nava têkiliyê de ye û bi wan re tevdigere.Ji ber van têkiliyan em bawer dikin ku li pey vê teşebûsa darbê eqlê Îngîlîz, Îsraîl û Emrîka heye.Lewra darbeyên ku ew ê li vê erdnigariyê tên kirin tenê bi hêzên heremê  nayên kirin.Di wan darbeyên ku berî vê bi ser ketin de her tim hêzên  derve hebûn.”

 “Ger ku darbe bi ser ketibana wê memleket teslîmî Emrîka û Îsraîlê kiribana”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger ku teşebûsa darbê bi ser ketibana ji xeynî Hikûmeta AK Partî, nexasim li dijî terefên Îslamî dê tinekirineke mezin pêk hatibana û dû re wiha pê de çû: “Ger ku darbe bi ser ketibana ew ê ji dahatûya Tirkiyê 50-60 sal hatibana dizîn.Ew ê vê jî li ser navê kufr, Emrîka û Îsraîlê dizîbana.Ger ku darbe bi ser ketibana ew ê memleket teslîmî Emrîka û Îsraîlê kiribana. Ger ku teşebûsa darbê bi ser ketibana ji xeynî Hikûmeta AK Partî, nexasim li dijî teref, camîa û partîyên  Îslamî dê tinekirin û operasyoneke mezin pêk hatibana.Ev teşebûsa darbê her çi qas di zahirê de li dijî hikûmetê hatibe kirin di batinê de li dijî Îslam, Misliman û memleket hatiye kirin.Encax hemd ji Xweda re ku ji vê yekê teşebûs neda.”

 “Mixabin tecrubeyên OHALê yên Tirkiyê xirap û nebaş in”

Şahîn diyar kir tecrubeyên OHALê yên Tirkiyê xirab in û di şertên awartê de OHAL nayê xwestin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê  Tirkiyê a niha di rewşeke neasayî de ye. Mixabin tecrubeyên OHALê yên Tirkiyê xirap û nebaş in.Mixabin ew OHALa ku di salên 90î de pir xirab bûn.Ew sal salên ku bi destê dewletê dihatin terorîzekirin  û bi destê dewletê teror dihat tetbîqkirin bûn.Di wan salan de qanûn û nîzam derbas nedibûn.Ji karê baş a ku AK Partiyê kiriye di sala 2002an de rakirina vê OHALê bû.Lewra civak parîkek bêhna xwe veda û jiyaneke azad dest pê kir.”

Şahîn bi bîr anî ku ji ber OHALê di dahatûyê de gelek kes û teref hatine mexdûrkirin, ji ber vê yekê divê hikûmet di vê xalê de bi dîqet be.

“OHAL, ji wan kesên ku di nava dewletê de dê rayeyan bi kar bînin re rayeyên ku ji îstîsmarên cidî re vekirîne dide”

Şahînê ku diyar kir ‘Mixabin digel teşebûsa darbê ya Koma Gulen OHAL hat îlankirin’ dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê ev yek bi wan OHALên din nayê qiyaskirin.Memleket di nava rewşeke awartê de ye.Divê qerar bi lez bên standin.Lê di vî warî de ensîşeyên me hene.Dewlet di van meseleyan de bi sabika ye û tecrubeya wê ya OHALê nebaş e. OHAL, ji wan kesên ku di nava dewletê de dê rayeyan bi kar bînin re rayeyên ku ji îstîsmarên cidî re vekirîne dide.Ji bo bêhûqîqî neyên kirin û îstîsmar derneyên divê di warî de gelekî bi dîqet hereket bê kirin.”

Şahîn di dawiya axavtina xwe de diyar kir pêwîst ew STK, sazî û dezgehên ku tu têkiliya wan bi Rêxistina Paralel/FETO re nîne neyên mexdûrkirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Lê bi qasî ku ez dibînim di vê mijarê de hinek mişkîle hene.Hişê dewletê hişê berê ye û îstîxbarata di destê dewletê de jî îstîxbarata kevin e.Ger ku li gor malûmatên ku ji teref FETO û dewleta kûr ve hatine amedekirin bê hereket kirin û ger ku lêkolîn û takîbatên cîdî neyên kirin dibe ku hinek kes mexdûr bibin.Zemîne ku em lê ne zemîneke hesas e, divê hemû kes bi dîqet be.Li ber me rêxistineke pir bi tehlûke heye.Ji bo vê rêxistina ku tşebûsî darbê kiriye, berê çekan daye li ser xelkê  û derdorê bomberan kirye mucadele bê kirin dibe birêkûpêkirinianan bên kirin.Lê heger hikûmet di warê vê mucadelê de dîqet neke dibe ku mexdûriyet pêk bên.Heger mexdûriyet pêk bên divê em jî dîqet bikin û  ji bo mexdûriyet ji rastê bê rakirin heqê xwe bigerin.”(ÎLKHA)
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir