• DOLAR 32.579
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2507.537
  • ...
Gelê Nisêbînê dest bi vegerîna malên xwe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve ji 14ê Adarê pê ve hatibû îlankirin piştî ku di hinek taxan de qedexe qismen hat rakirin gel dest bi vegerîna malên xwe kir.

Qedexeya derketina derve bes li taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakûp, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyûbî, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê di saet 14.00an de hat rakirin. Lê di van taxan de dê 30 roj ji saet 21.00 û 05.00an de qedexeya derketina derve bidome.

Dê di taxên Abdulkadîr Paşa, Fitat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişliyê qedexeya derketina derve heta destûrekî din bidome. (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir