Li Mêrsînê 94 kes hatin girtin
Walîtiya Mêrsînê ragihand ku di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê de heta niha 94 kes hatine girtin.
Ji teref Walîtiya Mêrsînê ve di derbarê geşedanên li bajêr de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta niha 94 kes hatine girtin.
Ji teref Walîtiyê ve hat ragihandin ku di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de 873 personelên raya giştî ji wezîfê hatine dûrxistin û din av wan de 5 alîkarên waliyê bi tevahî 94 kes hatine girtin. (ÎLKHA)