• DOLAR 32.333
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2282.641
  • ...
Dayika Sûriyeyî digel 5 êtîmên xwe bêxwedî ma
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dayika bi navê Nesra Derwîş a ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê ji Hesekê reviyabû û hatibû li Serê Kaniya Rihayê bi cî bûbû.Lê ji ber ku li nifûsê qeyda wê nîne ew nikare alîkariyê ji sazîyên fermî bistîne.Ji ber vê yekê dayika Sûriyeyî  digel 5 êtîmên xwe bêxwedî ma.

Nesraya ku digel zarokên xwe yên hur hewil dide jiyana xwe biborîne a niha li benda desteke alîkariyê ye da ku ji wan re alîkarî bê kirin.Dê Nesra di derbarê rewşa malbata xwe de diyar kir berî vê 7 salan mêrê wê ji ber nexweşiya  zêrikê  jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yekê jî ew û 5 zarokên xwe ji wê rojê ve li sikakan mane.

Derwîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku li nifûsa navçê qeyda wan nîne ew nikarin ji sazîyên fermî alîkariyê bistînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa ku li temamê Sûriyê gengeşî û tevlîhevî rû da bi heman awayî li Hesekeya Resûlaynê jî rû da. Wê demê me ji naçarî xwe sparte Serê Kaniyê. Mala însanên van deran ava , di her warî de alîkariya me kirin.Ez ji wê rojê ve di maleke kavil de digel zarokên xwe yên ku temena wan di navbera 6-12an de ye hewil didim bijîm.Cîran û kesên xêrxwaz geh geh alîkariya me dikin.Ev alîkarî têra me nake lê tiştek ji destê me nayê.Mêrê min berî vê 7 salan ji nexweşiya zêrikê wefat kir.Ez digel zarokên xwe yên êtîm mucadeleya jiyanê didin.”

Nesraya ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew gelek rojên bi zehmet diborînin wiha dawî li axavtina xwe anî:  “Ez ji zarokên xwe re him dayiktî û him jî bavîtiyê dikim.Xweda mezin e, em hêvîya xwe qut nakin.Xwezî li Sûriyê alozî derneketana.Em dê neketibana vî halî.Xweda ji her tiştî re qadir e.Xweda dê  ji me re derîke xêrê vebike.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir