• DOLAR 32.371
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2325.83
  • ...
"Em bê nan dikarin bijîn lê bê azadî na"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê protestoyên dijî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê didome. Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuz di Qada Rabîaya Rihayê xîtabê gel kir û bal kişand ku ew bê nan dikarin bijîn lê bê azadî na.”

Yavuz axavtina xwe wiha domand: “Me anî bibîranîn ku em miletek in. Em navê vî miletê rast danin. Navî wê miletê Îslamê ye. Ji xwe em çendîn sal berê miletek bûn. Tefrîqe nîfaq têxistin nabeyna me. Ji bo ku bi zorî ajandeyên xwe yên kureyî pêk bînin vî şeytaniyê kirin. Bi wesita şeytanînê din av me de dema ku hewce dîtin vî plana şeytanî dûbare lidarxistin. Hemd ji Xweda re di Îxtîlala 60an de Riha Bedîuzzeman Seîd Nûrsî teslîm nekir. Riha rê neda vî hişmendiya derbeker jî. Riha diyar kir ku ev gelê Îslamê ye. Ez biwe şanaz im. Ez we pîroz dikim.”

Yavuz ragihand ku ji bo ku gel dûbare bi teşebusa derbeyê rê rû bi rû nemîne derketiye qadan. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayên min ên bi rûmet û qîmet; wek milet me ji derbeyan pirr kişandiye. Vî yekê kekên me yên bi qîmet ên ku ji van derbeyan re bûne şahid çêtir zanin. Îşkence li me kirin. Ji bo  gavavêtinê me destûr dixwastin. Azadiya me ji holê hat rakirin û derdest kirin. Ji ber vî yekê gel gor gotinên pêşiyan dibêje; ‘Şêr, şêr e. Çi jin e çi mêr e’. Lewra gor wecîzeya Bedîuzzeman; ‘Em bê nan dikarin bijîn lê bê azadî nikarin bijîn.”

Yavuz wiha pê de çû: “Em ji Qada Rabîaya Rihayê gazî li kesên ku nirxên gel wekê hedef hilgirtine, hewl didin ku gel îşqal bikin û hewl didin ku îradeya gel bi dest bixin dikin. Têka we çû, ev gel zaferê bi dest xist. Lewra ev gel evîndarê hirriyet û azadiyê ye.”

 “Hikûmet mecbûr e ku makeqanûnekî gor nirxên însanan amade bike”

Yavuz bal kişand ku teşebusa derbeyê mîlad bû. Dûvre Yavuz wiha ragihand: “Ev teşebusa derbeya bê heya mîlad e. Ji vir pê ve li Tirkiyê dê tu tiştekî wekî berî nebe. Di nav vî miletê de endamên partiyên cûr bi cûr û xwedî ramanên cûda li vir hene. Ji vir pê ve dê em vî derbeyê wek mîlad bihesibînin. Ji vir pê ve digel cudahiya me dê em destûr nedin ku derbeyan pêk bînin. Bi vî wesîlê hikûmet mecbûr e ku makeqanûnekî gor nirxên însanan amade bike.”

Yavuz diyar kir pêwîst e ji bo ku Sykes-Picotekî nû pêk neyê civînek pêk were. Dûvre Yavuz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em dikarin bi hemî cudahiyên xwe civakek adilane saz bikin. Em dikarin li dorê vî cudahiyê werin cemhev. Tu kes nikare bi zextan jiyan, îdeolojî û şiklê jiyanê biguherîne.” (ÎLKHA)


 











Bu haberler de ilginizi çekebilir