Qezaya trafîkê: Ji heman malbatê 7 kes jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya trafîkê ya ku li Pirsûsê pêk hat de ji heman malbatê 7 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê malbata ku ji dawetê vedigeriya, di rêya vegerê de qeza kir.Di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 7 kes jiyana xwe ji dest dan.
Malbata ku ji dawetê vedigeriya li navçeya Surûça Rihayê li TIRekî qelibî.Qeza li ser 40emîn kîlometreya Pirsûsê pêk hat.Di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de Omer Kaya(50), Zelîha Kaya (48) û zarokên wan ên bi navê Ayşe Kaya (30), Bunyamîn Kaya (20), Recep Kaya (12), Îbrahîm Kaya (10) û Osman Kaya (7) jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)