• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Me ji camiyan berhevkirin û avêtin girtîgehan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwepêşanên li dijî darbê li Êlihê têkete roja 9emîn. Di xwepêşanên ku bi piştevaniya HUDA PAR, Partiya Saadetê, AK Partî, Platforma Evîndarên Pêxember û bi piştevaniya gelek STKyan tên tertîpkirin. Xelk jî eleqeyeke mezin nîşanî van xwepêşanên li dijî darbeyan didin.Hat dîtin hemwelatiyên Sûriyeyî jî beşdarî xwepêşanan dibin.

Di xwepêşanên ku li Êlihê li dijî teşebûsa darbê tên tertîpkirin de  Endamê Lijneya Birêveberiya Cemiyeta Hînkeran Salih Guzel li ser navê Platforma Evîndarên Pêxember axavtinek kir.Guzel di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir  ji teref  rêxistina parelel  ve bi dehan salan  zilm li Mislimanan hat kirin û ji ber ku kesên mutedeyyîn di camiyan de dersa Qur’anê didan ji teref rêxistina parelel ve hatin girtin û wan  avêtin girtîgehan  û hinek ji wan  hatin revandin û hinek jî hatin înfazkirin.

Guzel di berdewama axavtina xwe de diyar kir bûyerên bi hinceta Kobanî yên 6-7ê Cotmehê û teşebûsa darbê  ya 15ê Tîrmehê ji teref heman hêzî ve hatine tezgahkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku îpotek li ser bawerî, dahatû û nifşên me nû bê dayîn kesên emperyaslîst û hevkarên wan ajotibûn meydanê.Yasîn Boru piştî ku hat qetilkirin re wî ji qeta 4emîn avêtin jêrê û serê wî eciqandin.Dema ku xelkê me êvara 15ê Tîrmehê ji bo li dahatûya xwe xwedî derkeve xwe berdabû kolnanan birayekî me yê bi navê Resûl Emîn Aydogdu jî dikeve Sererkantiyê.Kesên darbeker bi şikleke wehşîyane wî ji qeta duyemîn davêjin jêrê û wî 30 metro li erdê dihijiqînin.Dû re jî wî davêjin derveyê Sererkantiyê.Di navbera tiştên ku li Yasîn û Resûl hatine kirin de tu ferq nîne.Me di 6-7ê cotmehê de li Kurdistanê darbeyek jiya.Ger ku wê demê kesên rayedar  li ser vê meselê sekinîbana dibe ku xidara 15ê Tîrmehê hindiktirbana.”

Guzel her wiha diyar kir bi dehan sal ji teref polês, hakim û endamên darazê yên rêxistina paralel ve li camiaya wan zilm hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji camiyan hatin berhevkirin û me avêtin girtîgehan.Em ji malên xwe hatin revandin û cihê cesedên me hêj nayên zanîn.Ev temamê hîle û lîstikên wan bûn.Ew bi wan meqamên dewletê yên ku bi dest xistibûn zilm li xelkê kirin.Ji ber vê yekê ku em wek Platforma Evîndarên Pêxember çawa ku me bi teşebûsa darbê bihîst xwe berda kolan û meydanan û em ê wan qadan vala nehêlin.Zilmê ku kirine herî baş em dizanin.Ew  musîbet û zilma ku bê serê xelkê em weke ku li me hatiye kirin dibînin.Ji ber vê yekê em xwe ji xelkê re kir mertal û em ê vê helwesta xwe biiznillah bidomînin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir