• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Rûyê dewlet û gelek kesên ku ji darbê tiştinan meded dikirin derket holê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Sekreterê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Bursayê Zekeriya Bîrkanê ku di derbarê teşebûsa darbê û geşedaniyên ku pêk hatine de ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ‘Ew teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê rûyê rastî yên gelek dewletên ku dost xuya dikirin derxiste holê.’

Zekeriya Bîrkan di berdewama axavtina xwe wiha axivî: “Êrîşa terorê ya herî mezin di 15ê Tîrmehê de li demokrasiya Tirkiyê û li beqaya wê hat kirin.Ew îblîsên ku kincên însanan li xwe kirine û ji bo ku xulamtiya hêzên derve bikin li hev civiyane û hevsarên wan di destê Pennslvaniayê de ne li dijî dahatûya miletê me û li dijî demokrasiya me teşebûsî darbê kirin.”

 “Tu ferqa wan haşhaşiyên ku teşebûsî darbê kirin ji DAIŞ û PKKê nîne”

Bîrkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku teşebûsî darbê kirine ne  neteweyî ne û di vî warî de tu şipheyên wî jî nînin.Bîrkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew terorîstên ku teşebûsî darbê kirin bi şikleke taybet hatine perwerdekirin  û di bin sîwana dewletên din de ne û ew mêrkujên kirêgirt û haşhaşî ne. Tu ferqa wan haşhaşiyên ku teşebûsî darbê kirin ji DAIŞ û PKKê nîne.Ew Îngîlîzên ku Stenbolê îşxal kirin jî meclîsê nedan ber bombeyan.Ev welêt gelek darbê dîtin lê weke vê darbeyê qet darbe nedît.Lewra di vê teşebûsa darbê de bi balafir, helikopter û tankan zarok, jin, pîr û ciwanan  bombe baran kirin.Tiştê ku neyaran nekir, wan kir.Wan meclîsê dan ber bombeyan.Welat van însanên bi vî awayî ji şerefê bêpar in hê nû dibîne.”

 “Em wan kesên ku teşebûsî darbê kirine  tenê bi koma darbeker a di nava TSKê de nikare bisînor bikin”

Bîrkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ‘Teqez rayên van terorîstan li derve ye, tu eleqeya van bi  TSKyê re nîne’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nava wan kesên ku êrîşî Şaredariya Mezin a Stenbolê kirin de midûrê kevin a ewlehiyê yê ku di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de ji peywirê hatibû dûrxistin bi kincên eskeriyê hat girtin.Ev misal tenê nîşan dide ku ev êrîşa qirêj û xaîn tenê ji teref komek esker ve nehatiye kirin.Ev kes pêlîstokên ku xwe teslîmî şeytanekî kirine û nikarin muhakeme bikin û bifikirin e.”

 “Ji bo mensûbên FETO cardin nikaribin vegerin serê karê xwe dê xebat bên kirin”

Bîrkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew xebatinan dê bikin da ku cardin ew kesên ku ji peywirê hatine dûrxistin neyên serê karê xwe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Terorîstên mensûbên FETO yên ku 248 hemwelatiyê me şehîd kirin û bi sedan jî birîndar kirin ji bo cardin nikaribin di bin zirxa darazê de werin serê karê xwe xebat dê bên kirin.Nexasim ev xebat divê ji teref  Serokatiya Karên Diyanet û akademîsyenan ve bê kirin û ev yek zaruret e.”

 “Qerara OHALê li dijî darbekerên terorîst hatiye dayîn  û ev qerar dê jiyana hemwelatiyên me asteng neke.”

Bîrkan di dawiya axavtina xwe de di derbarê sepana OHALa ku di serê mirovan de dibe sedema pirsinan de daxuyanî da û wiha pê de çû: “OHAL ji bo demokrasiyê sepaneke hûqîqî ye.Em ê digel vê sepanê demokrasiya xwe bi hêztir bikin û em ê darbekerên terorîst bileztir berteraf bikin.Li Fransayê jî piştî ku pergela raya giştî xera bûbû re OHAL hatibû îlankirin û ev OHAL 6 mehên din jî aht dirêjkirin.Divê hemwelatiyên me wê OHALa ku jiyana me siwîl astengî dike û wê OHALa ku darbekeran astengî dike tevlîhev nekin.Divê xelkê me ji bîr neke ew qerarên ku di vê heyamê de bên dayîn dê  ji hêla îqtîsadê ve tesîreke musbet nîşan bidin.Em ê wan qezencên ku heta îro me bi dest xistiye destûr nedin ku ji dest bên dayîn.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir