• DOLAR 32.594
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2422.59
  • ...
 "Di salên 90an de ji gelek Mislimanan re qumpas lidar xistin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê wekê her derê li Entabê jî protestoyên dijî teşebbusa derbeyê hat lidarxistin. Li entabê bi hezaran kes hatin cem hev û ji teşebusa derbeyê ya 15ê Tîrmehê re bertek nîşan dan.

Di protestoyên ku li Entabê dijî teşebusa derbeyê hat lidarxistin de Serokê Bajarê Entabê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat diyar kir Saziya Paralelê ev 40 sal e ku li her saziyên Tirkiyeyê wekê vîrus belav bûye.

Erat bal kişand ku Saziya Paralelê di salên 90an de li Herêma Rojhilata Başûr gelek Mislimanan bi qumpas û delîlên sexte avêtine zindanan û bi vî yekê beriya PKKê dane vekirin.

Erat wiha axivî: “Dibêjin; ‘Misliman tirsonek in. Nikarin derkevin qadan. Nikarin tu tiştekî bikin.’ Hey ehmeqno! We Mislimanan nas nekiriye. Hûn vî gelê nas nakin. Bapîrê vî kalê Şahînbey têketina Fransiyan a nav bajarê li Entabê daye sekinandin.”

Erat wiha axavtina xwe domand: “Ev şebekeya qirêj 40 sal e ku li her saziyên Tirkiyeyê wekê vîrus belav bûye. Wek navê komarê ya Sizinti. Belevaê her derê bûye. Van di salên 90an de ji gelek Mislimanan re qumpas lidar xistin. Bi taybet li Herêma Rojhilata Başûr gelek Mislimanan avêtin zindanan. Bi qumpas û delîlên sexte zindanan ji Mislimanan dagirtin. Beriya PKKê vekirin. Vana PKKê mezin kirin. Dema ku Misliman ji meydanan dûr ketin meydan ji van re ma. Ev saziyekî wiha xayîn in.”

Erat wiha dawî li axavtina xwe anî: “Şist nebin! Xemgîn nebin! Xweda bi me re ye. Dê em qadan terk nekin. Hinek kes li ber davikê sekinandî ne. Ji ber vê yekê dê em qadan terk nekin.” (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir