• DOLAR 32.49
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2480.269
  • ...
 "Bi kumpasa FETOyîstan 17 sal e ku di girtîgehê de ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûrî Arslanê ku di sala 1998an de ji ber ku li mizgeftê dersa Qur’anê dida hatibû girtin û a niha di Girtîgeja Girtî ya Tîpa Fyê ya Kandiraya Kocaeliyê de ye ev bû 17 sal ku bêsûc û bêsebeb di girtîgehê de ye.

Nûrî Arslanê ku di sala 1998an de ji ber ku li mizgeftê dersa Qur’anê dida hatibû girtin û a niha di Girtîgeja Girtî ya Tîpa Fyê ya Kandiraya Kocaeliyê de ye ev bû 17 sal ku bêsûc û bêsebeb di girtîgehê de ye.Malbata wî di derheqê wî de destnîşan kir; hakim, esker û polîsên FETOyîst bi kumpasan, tenê ji ber ku li camiyê dersa Qur’anê dida ceza dane Nûrî Arslan .Malbat her wiha ji hikûmetê teleb kir da ku Nûrî Arslan cardin bê darizandin.

Guhdarkirina êş û elemên malbatê şexsîyetên dîndar ên ku di salên 90î de ji teref daraz, esker û polêsê ku endamê rêxistina FETOyê ne ve bi kumpasan hatine cezakirin xelas nabe.

Nûrî Arslan, li Entabê di sala 1998an de ji ber ku li camiyê  dersa Qur’anê dida hatibû girtin û çend mehan di bin îşkenceyan de mabû ku ev bû 17 sal bêsûc û belesebeb hêj di girtîgehê de ye.Malbata Nûrî Arslan tiştên ku ew bi xwe jiyanê ji ÎLKHAyê re anîn ziman.

“Bavê min bes ku dersa Qur’anê dida ev bû 17 sal ku bêsûc û belesebeb di girtîgehê de ye”

Seîd Arslanê ku ji lawê Nûrî Arslan e di derbarê mijarê de diyar kir “Bavê min ji teref polêsên FETOyîst ve hat binçavkirin û bi rojan di bin îşkenceyan de ma.Dû re jî ji teref hakimê FETOyîst ve  bi senaryo û komployan ceza jê re hat dayîn û ev bû 17 sal ku hêj di girtîgehê de ye.Bavê min bes ku dersa Qur’anê dida ev bû 17 sal ku bêsûc û belesebeb di girtîgehê de ye.”

“Ji teref JÎTEM,Ergenekon û darbekerên FETOyîst ve jê re bi bihaneyên belesebeb hepsa muebbet hat dayîn”

Seîd Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir bavê wî  ji teref JÎTEM,Ergenekon û darbekerên FETOyîst ve hatiye girtin û jê re bi bihaneyên belesebeb hepsa muebbet hat dayîn û ji rewşê wiha gazin kir: “Bavê min ji ber ku dersa Qur’anê dida û xizmetên Îslamê dikir di girtîgehê de ye, çima gelo? Çima çav li vê zilmê tên girtin?”

 “Ez bang li Serokomar û Serokwezîr dikim, hûn çima çavê xwe ji vê zilmê re digirin”

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku wê cezayê dane bavê wî ji teşebûsa darbê tên darizandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev kes, bavê min avêtin girtîgehê.Bila êdî ev zilm xelas bibe.Ev bû 17 sal ku ez bavê xwe li cem xwe nabînim.Êdî ez dixwazim li ba me be.Ez bang li hikûmeta Ak Partiyê, ji Serokomar û li Serokwezîr dikim.Em ji wan tahliye an jî beraat naxwazin.Bes bila rê vekin da ku kesên ku ji teref FETOyîstan ve hatine mehqûmkirin cardin bên darizandin.Em dixwazin êdî ev zilm xelas bibe.Ji we rica dikim dawî li vê zilmê bînin.”

“17 sal e ku ez zarokên xwe bêyî bavê wan mezin dikim”

Hatîce Arslanê ku ev bû 17 sal ji zilamê xwe dûr e jî di derbarê mijarê de axivî û wiha diyar kir: “Zilamê min bes ji bo riza Xwedê dersa Qur’anê dida zarokan.Dema ku Mustafayê min 5 mehî bû bavê wî hat girtin.A niha lawê min 17 salî ye û ev bû 17 sal ku ez bêyî bavê wan zarokên xwe mezin dikim.Ne wî serbest berdidin ne jî deriyekê vedikin.Lê em dizanin ku ev ji bo doza Xweda ye, ji bo doza Resûlê Wî ye.Em ê qetîyen dev ji vê dozê bernedin.”

“Em amede ne ku hemû tiştên xwe di vê oxirê de feda bikin”

Arslan diyar kir ew ji ber ku di vê rê de û di vê oxirê de can, mal, milk û ewladên xwe feda bikin şerefdar û ser bilind in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em amade ne ku hemû tiştê xwe di vê oxirê de feda bikin.Em di doza xwe ne poşman in.Rebbê min, sebir da me û em ji ber van bedelên ku me bi sebrê daye kêfxweş in.Dema ku em tiştinan di rêya Xwdê de feda dikin kêfxweş dibin.Hemd ji Xweda re ku serê me, netewandiye û bilind e.”

Hatîce Arslan di dawiya axavtina xwe de ji AK Partiyê daxwaz kir da ku demildest dawî li van zilman bîne.

Zarokên Nûrî Arslan ên bi navê Yusuf Arslanû  Selman Arslan  jî weke kekê xwe yê bi navê Seîd Arslan mexdûrîyeta bavê xwe anîn ziman û diyar kirin bavê wan ji teref JÎTEM,Ergenekon û darbekerên FETOyîst ve hatiye girtin û  jê re bi bihaneyên belesebeb hepsa muebbet hat dayîn.Zarok her wiha teleba darizandina ji nû ve jî kirin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir