• DOLAR 32.44
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2441.494
  • ...
Digel OHALê dê çi bên guhartin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Mekazanîsta Hikûqa Mekaqanûnê ya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Fazıl Husnu Erdem  di derbarê OHALa ku di Rojnameya Fermî hat weşandin de pirsên ÎLKHAyê bersivand û di derheqê navaroka OHALê de agahî da.

Prof. Dr. Fazıl Husnu Erdem OHALê şibanda nexweşekî ku ji bo ji nexweşiyên xwe xelas bibe tê tedawîkirin.Erdem her wiha destnîşan kir OHAL ew  tişt e ku ji bo tehlûkeya ku qala wê tê kirin bê rakirin û bê berterafkirin ji bo demekê îlankrina rêveberiyeke taybet e .

Erdem diyar kir rejîma OHALê li gor makeqanûnê dema ku di nava civakê de bûyerên şidetê zêde bûn û di pergala raya giştî de xerabûn pêk hatin herî zêde 6 meh dikare bê îlankirin.Erdem her wiha diyar kir ew îlankirina OHALê ya 3 mehan dibe ku ji ber niyeta baş a hikûmetê be.

Hevpeyvîna ku me bi Prof. Dr. Fazıl Husnu Erdem re kiriye:

Di serî de hûn dikarin tarîfa OHALê ji me re bikin?

OHAL her weke ku ji navê wê diyar dibe dema ku di nava civakê de bûyerên şidetê zêde bûn û di pergala raya giştî de xerabûn pêk hatin ji bo rewşa neasayî bê dawî kirin ji bo demekê îlankirina rêveberiyeke xusûsî ye.Ji ber ku ev îdare ji îdareya rewşa asayî cuda ye em ji vê re OHAL dibêjin.

Em dikarin rejîma OHALê bişbînin rejîma tendurîstiyê ya nexweşekî ku ji bo ji nexweşiyên xwe xelas bibe tê tedawîkirin.Çawa ku kesekî ku dema nexweş dikeve  ji bo ji nexweşiyê xelas bibe di rêberîya doktor de dermanan bikartîne  û mecbûr dimîne li ser masaya ameliyatê raze û ji naçarî navberê dide jiyana xwe ya asayî;  bi heman awayî dewlet jî weke însanan dema ku rasta tehlûkeyeke ku nikare bi hiqûqên asayî ji heqê derkeve  tê, ji bo wê tehdîta ku qala wê tê kirin berteraf bike ji bo demekî rêveberiyeke xusûsî îlan dike.

Rejîma OHALê ne rejîmeke derê hiqûqê ye û dawî li hiqûqê jî nayîne.OHAL rejîmeke hiqûqî ye.Digel OHALê hiqûq ji holê ranabe, bîlakîs hiqûq xwe di formateke nû  ya ku bingeha wê de mafên însanî hene û hebûna dewleta hiqûqî ya demokratîk didomînê de nîşan dide. Dema dewlet li rasta tehlûkeyeke ku nikare bi hiqûqên asayî ji heqê wê derkeve bê,  ji bo wê tehdîta ku qala wê tê kirin berteraf bike, ji bo demekî rêveberiyeke xusûsî îlan dike.Ev rêveberiya xusûsî rayeyên berfirehtir dide îdarê û qabîliyeta hereketê ya îdare berfirehtir dike.

Baş e ,OHAL di kîjan şert û mercan de tê îlankirin?

Li gor Makeqanûna T.C.ê di du rewaşan de OHAL dikare bê îlankirin.A yekem bobeleta xwezayî, nexweşiyên şobê yên bi xeter an jî qeyrana aborî(Makeqanûn, madeya 119emîn).A duyemîn jî dema ku li dijî pergela makaqanûnê, demokrasî û li dijî mafên însanan dema ku nîşaneyên şidetê derketin holê û dema ku ji ber bûyerên şidetê pergela raya giştî xera bû(Makeqanûn, madeya 120emîn).Di her du rewşan de jî piştî ku lijneya wezîran di bin  Serokatiya Serokomar de  civiya û dû re jî nêrîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî hat girtin  re li derek an jî çend hereman  an jî li tememê heremê heta 6 mehan dikare rewşa neasayî bê îlankirin.

Di nava OHALê de çi sepan hene?

Ew OHALa ku di 21ê Tîrmeha 2016an de li tevahiya Tirkiyê hat îlankirin  ji ber vê rewşa neasayî ya duyemîn hat îlankirin. Madeya 11emîn a qanûna OHALê  qala madeya 9emîn  jî dike û qala  tedbîrên ku ew ê di vê çarçovê de bên wergirtin tê kirin û ev xal yek bi yek tê jimartin.Ji ber vê yekê di vê bergehê de ew ê tedbîrên ku di madeyên 9 û 11emîn de ne dikarin bên wergirtin.

Tedbîrên ku di madeya 9emîn  a Qanûna OHALê de hene hinek ji wan ev in: sînorkirina têketin û derketina hinek cihên jiyanê, navberdayîna perwerdeya sazîyên hînker û perwerdê û girtina bi wext û bêwext a xabgahên xwendevanan, sînorkirin an jî rakirina destûra personelên wezîfedar, ji alav û eşyayên komînakasyonê û ji bo demekê li ser wan destdanîn, di derbarê pergela trafîka hewa û behrê, qeyitkirin û qedexekirina wesayîtên ragihandinê li heremê.

Tedbîrên ku di madeya 11emîn  a Qanûna OHALê de hene jî hinek ji wan ev in: qedexe û sînorkirina derketina derve, qedexekirina ger  û civîna kesan a li hinek deran  di navbera hinek seatan de, lêgerîna şexs û wesayîtan, danîna hilgirtina şerta nasnamê, qedexekirin û qeyidkirin, kontrolkirina weşanên nivîskî û dîtinî, çi qas bi rûxset bê jî neql û hilgirtina çekan,  ji hinek kes an jî komên ku mimkûn e pergala raya giştî xera bikin re qedexekirina têketina heremê,derxistina derveyê heremê an jî qedexekirina  derketina ji heremê, qedexekirin,sînorkirin û teloqkirina meşên xwepêşan û civînê, sekinandina fealîyetên komeleyan.

Di encamê de netîceya herî girîng a rewşên neasayî sînorkirinên di warê azadî û heqên bingeh de nin.Mînak, di sûcên şexsî de wextê binçaviyê 24 seat e, lê di rewşên neasayî de ev heta 48 seatan derdikeve.Ev yek di sûcên civakî de 4 roj e, lê di rewşa neasayî de derdikeve heta 8 rojan.Meşên xwepêşan û civînê yên mîna van re dibe ku destûr neyê dayîn.Her wiha dibe ku ji azadiya rêxistîbûnê, azadiya çapemeniyê û azadî û heqên bingeh  re sînor bê anîn, lê belê ev  sînorkirin ne bêsînor in.Ango sînoreke van jî heye.Di madeya 15emîn a Makeqanûnê de tê diyarkirin sînoreke van sînorkirinan heye.Di wan sînorkirinên ku dê bên tetbîqkirin de divê riayetî şîara wesetbûnê bê kirin.

Hemwelatiyê li kolanê divê OHALê çawa bixwîne, hêlên menfî yên OHALê yên li ser civakê çi ne?

Dibe ku xelk vê OHALê  ji bo berterafkirina teşebûsa darbeya eskerî ya ku bizzat lê bi xwe hatiye kirin bixwîne.Bêşik ev yek li ser peşniyareke teorîk a ku tê gotinê ye.Ev yek ew ê di encama kiryar û sepanên hikûmet û wezîfedarên qamûyê yên ku di bin fermanê wê de ne derkeve holê.Hinek rayedarên ku li ser navê hikûmetê axivîn diyar kirin ku ev sepana OHALê ji jiyana rojane ya însanan re dê tu zehmetî û astengiyê dernexe û ji bo demekê hatiye îlankirin.Ev daxuyanî xweş in û ya rast jî ev e.OHAL ji bo çi hatibe îlankirin divê ji bo wê armancê xizmetê bike.

Di vê çarçovê de qararnameyên di hukmê qanûnê de yên ku ew ê ji teref hikûmetê ve bên derxsitin li dijî armanca mucadeleya teşebûsa darbê û li dijî niçikên wan ên di nava dewletê de bin.Her sepan û qerara ku derkeve derveyê  vê armancê çewt û xelet e û esle nayê qebûlkirin.Nexasim divê OHALa ku hatiye îlankirin weke wan OHALên berê wek amûra serkutkirin û dengjêbirina muxaleftê neyê tetbîqkirin.

Gelo şertên îlankirina OHALê mewcûd in?Li gor we ev qerar di warê derbaskirina tehlûkeya darbê de qerareke bi îsabet e?

Ew OHALa ku li tevahiya welêt ji bo 3 mehan hat îlankirin ji ber teşebûsa darbeyeke ku hewil dida mafên însanan û pergeka demokratîk ji holê bê rakirin hat îlankirin.Her weke ku tê zanîn di 15ê Tîrmehê de teşebûseke darbê ya bi plan, bi program pêk hat.Hedefa vê teşebûsa darbê îradeya millî û  pergala demokratîk a ku giran giran dimeşiyabû.Her wiha hedefa wê azadî û heqên bingeh a hemwelatiyên Komareya Tirkiyê bû.Bombebarankirina meclîsê, derdestkirina generalan û di ser xelkê ku li dijî darbê xwe berdabûn kolanan de reşandina berikan diyar dike ku hedef azadî û heqên bingeh a hemwelatiyên Komareya Tirkiyê bû.

Ji ber vê sedemê di vê çarçovê de ger ku teşebûs bi ser ketibana ew ê şert û merc mecbûr hiştibana ku hikûmet û îdareya bilind bi lez û di cî de qerara bistîne.Kirina van hemûyan li gor qanûna asayî û bi îdareya asayî zor e.Lewra di wan rojên ku tesîr û germehiya teşebûsa darbê hêj berdewam dikir de hikûmet zorê da pergela hiqûqa mewcûd û qerarinan girtiye.Her çi qas konsensusa civakî ya bilind meşrutiyet dabe qerar û gavên ku  hatine avêtin  ev meşrutiyet,  meşrûtiyeta hiqûqî temsîl nake.Hikûmet ji bo vê yekê OHALê îlan kir.

Ev teşebûsa darbê ya ku li Tirkiyê hat kirin ji wê êrîşa terorê ya ku li Fransayê hatiye kirin rewşeke xiraptir e.Fransa di wê rewşê de li dijî tehdîdan OHAL îlan kiribû û vê OHALa ku 8 mehan berdewam dikir 6 mehê din jî dirêj kir.Ev qerara ku Tirkiyê di vê îstîqametê de standîye ne tiştekî beîs e.

Gelo OHAL dê tesîra xwe ya menfî li ser azadiya çapemenî û rêxistinên siwîl û nêrînan nîşan bide, heger nîşan bide ew ê bi çi awayî nîşan bide?

Di bendên e,f, û h’ya madeya 11emîn a OHALê de qala azadiya çapemenî û azadiya rêxistinên siwîl û nêrînan têt kirin.Di van bendan de qala sînorkirina li ser van xalan tê kirin.Lê ev sînorkirin ne bi temametî  ango ne bêsînor in.Bi gotineke din him sînora sekinandin û sînorkirinan heye.Di madeya 15emîn a Makeqanûnê de qala 3 sînoran tê kirn;

1.Îhlalnekirina berpirsiyarên ku ji hiqûqa navteweyî derdikevin holê

2.Li gor rewşê danîna pîvanên; ango riayet kirina şiara wesatbûnê

3.Destnedayîna heqên bingehîn.Ev heqên bingehîn bi vî awayî hatine rêzkirin;Mafê jiyanê, destnedayîna hebûna madî û manewî, li tu kesî zor nikare bê kirin da ku dîn, wîcdan, nêrîn û qenaata xwe bîne ziman û nikare ji vê yekê jî bê sûcdarkirin,kiryaran ku dema xwe de sûc teşkîl nedikirin nikarin wek sûc bên qebûlkirin, heta ku kesek ji teref mehkemê ve wek sûcdar neyê qebûlkirin tu kes nikare sûcdar bê qebûlkirin.

Di heyamên din de  OHAL ji bo 6 mehan hatibû îlankirin, lê nêzî 10 salan berdewam kir.Li gor we OHALa ku qala wê tê kirin  gelo dê ji bo çareseriya mişkileyên ku qala wan tê kirin tera wan bike  an jî ev OHAL weke yên din dê bê dirêjkirin?

Di madeya 120emîn a Makeqanûnê de tê diyarkirin OHAL dema ku asayîş bi şikleke cîddî xera bibe herî zêde 6 mehan dikare bê zêdekirin.Hikûmet ji dêla 6 mehan de ji bo 3 mehan OHALê îlankir û Wezîrê Dadê jî diyar kir  armanca wan berî 3 mehan xelaskirina OHALê ye ku ev yek jî geşedaniyeke musbet e.Lê em wek hemwelatî ne li gotinê li emel û kiryarê dinêrin.Em ê vê yekê di pêvajoya pêşîya me de bibînin ka hikûmet li ser soza xwe dimîne yan ne.A niha  kirina nirxandineke spekulatîf ne baş e.Ew ê vê yekê wext nîşan bide.A muhîm  ji holê rakirina hêmanên teşebûsa darbê û esbabêb OHALê ye.

OHAL li ser çapemî û weşanê tesîrên menfî dikare bihêle?

2 hêman hene ku raya giştî diltirs dike, a yekem di van salên dawî de helwesta  hikûmeta AK Partiyê ya natemayî ya di warê demokrasî û azadiyan de; Ango rewşeke otorîtebûnê di nav AK Partiyê derket holê.Him di warê azadiya îfadê de him  jî di azadiya çapemeniyê de sînorin hatin danîn.Ji ber vê yekê raya giştî diltirs dibe.Dema ku serpêhatiyên OHALên berê jî li ser vê tê zêdekirin tê fêmkirin ku ev diltirsbûn ne belesebeb e.Ji ber bê yekê dibe hikûmet û rayedarên OHALê di warê van her du hususan de bi dîqet bin û divê van her du hêmanan têxin bin garantiyê.Ji ber van sedeman azadiya îfadê û ya çapemeniyê yên ku tu têkiliya wan bi sebebên îlankirina OHALê re nînin nikare mudaxele bê kirin û ev yek nayê qebûlkirin.

Di sepana OHALê de xal û  hususên ku divê xelk  û birêvebir li wan dîqet bikin çi ne?

 Dema ku politikaya AK Partiyê ya li dijî muxalefetê û li dijî muxalefeta nav xwe bê nihêrtin  ku di vê çarçovê de bêtehemûlî, sînorkirina azadî û demokrasîyê heye; tê fêmkirin ku AK Partî dê digel îlana OHALê van polîtîkayên xwe geştir bike ku ev yek jî dê bibe sedema tirs û endîşeyan.

Ji bilî vê ew îdraka OHALên kevin tirsa civakê bi hêztir dike.Ew hişê travmatîk a ku bi tecrûbeyên OHALê ve girêdayîne tirsa xelkê divejîne.Dema ku li pratîkên OHALên kevin tê nihêrtin tê dîtin ku OHAL ji bo hakim kirina rejîmeke zordar û otoriter,  bêdengkirina temamê muxalefetê tê îlankirin û ji vê re wek amûr tê bikaranîn.Ji ber vê yekê hikûmet û rayedarên di meqamên bilind de divê ji wan helwestên neyînî yên ku OHALên kevin di hişan de hiştine dûr bibin.

Hikûmet divê di pêvajoya OHALê de di warê demokrasî û azadiyê de gelekî hesas û bi dîqet be.Divê sepana OHALê  li dijî wan sedemên ku bûne OHAL bê îlankirin û li dijî tehdîda darbê bikarbîne.Divê ev mucadele derneyê derveyê vê sînorê.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir