Li Diyarbekirê qerara girtinê ya di derheqê du saziyan de hat rawestandin
Lîseya Temel a Oz Kayapinarê û ŞURA-DERa ku di çarçoveya Qerarnameya di Hukmê Qanûna OHALê de bi hinceta têkiliya wan bi FETO re heye di derheqê wan de qerara girtine hatibû dayîn ku ev qerar hat rawestandin.
Digel Qerarnameya di Hukmê Qanûnê ya ku di çarçoveya OHALê de hat derxistin 35 saziyên tenduristiyê, hezar û 43 saziyên perwerdehiyê, hezar 229 weqf û komelê, 19 sendîqa û 15 zanîngehên ku têkiliya wan bi FETOyê re hene û hatin girtin.Di vê bergehê de li Diyarbekirê 17 mekteb, zanîngehek, 2 weqf û 27 komele hatin girtin.
Digel qerarnameya ku hat weşandin li Diyarbekirê di derheqê Lîseya Temel a Oz Kayapinarê û ŞURA-DERê de bi hinceta têkiliya bi FETO re, qerar girtine hatibû dayîn ku ev qerar hat rawestandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên her du saziyan hatine wergirtin bi hewildanên wan hatiye fêmkirin û eseh bûye ku têkilya sazîyên wan bi FETO re nîne û ew ê Wezareta Karê Hindur navê her du saziyan ji lîsteya ku qala wê têt kirin dê derbixe û lîsteyê ji nû ve biweşîne.(ÎLKHA)