• DOLAR 32.386
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2326.566
  • ...
Li ba hişk ter jî dişewite
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel Qerarnameya di Hukmê Qanûnê ya ku di çarçoveya OHALê de hat derxistin 35 saziyên tenduristiyê, hezar û 43 saziyên perwerdehiyê, hezar 229 weqf û komelê, 19 sendîqa û 15 zanîngehên ku têkiliya wan bi FETOyê re hene û hatin girtin.Lê di nava komeleyên ku hatin girtin de hinek komeleyên ku ji teref FETO û PKKê ve hatine mexdûr kirin jî heye ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.

ŞURA-DERa ku li Diyarbekirê ji ber xebatên xwe yên Îslamî bûbû hedefa PKK û FETO digel qerarnameya ku hat weşandin hat girtin ku ev yek jî bû sedema bertekan.Bikarhênerên ku ji ser hisaba medyaya civakî bertekên xwe nîşan dan  diyar kirin endam û dildarên wan di gava yekem a teşebûsa darbê de xwe berdane kolanan ku ew  ji girtina komeleyeke ku endam û dildarên wan  li dijî darbê xwe berdana kolanan tiştek fêm nekirine.

Girtina ŞURA-DERa ku endamê Platforama Evîndarên Pêxember, TES-ÇAG û Platforma Qudsa Azad e, bû sedema endîşeya ‘i ba hişk ter jî dişewite’ û provokator û rêxistinên tarî dîsa li serê karê xwe ne.

ŞURA-DER ji kesên mexdûr û hewcedar re alîkariyê dikir û ji bo xwendevanên fealîyetên perwerdeyî û civakî dikir û bi heman awayî  ji xelkê Sûrê yê ku ji ber pevçûnên heremê koç kiribûn re di çarçoveya kampanyaya ‘Em ji muhacirên  Sûrê re bibin ensar’ de dixebitî.

Girtina komeleyên ku ji teref FETO Û PKKê ve hatine mexdûrkirin  diyar kir hinek hêzên tarî yên di nava dewletê de  vê OHALê ji xwe re wek firsetekê dîtin û planên xwe xistin dewrê.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir