• DOLAR 32.331
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2295.889
  • ...
SON DAKİKA
Yetîm-Dera Ewrûpayê alîkariya penaberan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku ji sala 2012an pê ve karûbarên xwe bê navber didomîne bi qaîdeya ‘dînê mezlûmê nayê pirsîn’ tu navber naxe nav tu kesî û hewl dide ku alîkariya malbatên feqîr bike.

Ji bo 100 malbatan çeka kirrîn û firotina helal

Yetîm-Dera Ewrûpayê qampa penaberên ku li bajaroka Schopfheîma girêdayê Lorrach ya Almanyayê ye ziyaret kir. Rêvebirên komeleyê li 100 malbatan çeka kirrîn û firotinê belav kirin.

Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Murat Korkut, Alîkarê Serokê Giştî Huseyîn Ateş û li ser navê Lijneya Pîrekan Necla Ateş van çekan belav kirin. Huseyîn Ateş di dema belavkirinê de axavtinekî kurt kir. Ateş bal kişand ku wek komele wan di demsala havînê de jî alîkariyên xwe domandine.

Ateş diyar kir ku di qampa ziyaret kirine de gelek penaberên ku ji welatên ji hev cûda ne hene û ew pirr kêf xweş in alîkariyên ku xêrxwaz dikin ew jî digihînin feqîran.

Dê her tim ev alîkarî bidomin

Ateş ragihand ku wan li milteciyan çekên helal belav kirine û wek sazî jî dê alîkariyên xwe bidomînin. Her wiha Ateş destnîşan kir ku ew dê di meha îlonê de ji ber ku dibistan vedibin alîkariya qirtasiyê li malbatan bikin.

Ateş di dawiya axavtina xwe de ji ber ku alîkarî kirine ji xêrxwazan re teşekur kir. (ÎLKHA)


 









Bu haberler de ilginizi çekebilir