1200 er hatin serbestberdan
Di lêpirsîna teşebusa derbeyê de ji bo serbestberdana hezar û 200 eran biryar hat dayîn.
Li Enqerê di lêpirsîna teşebusa derbeyê ya ku didome de ji leşkerên ku hatibûn binçavkirin hezar û 200 er hatin serbestberdan.
Di daxuyaniya ku ji teref Serdozgeriya Komara Enqerê ve hat dayîn de hat ragihandin ku hezar û 200 er hatine serbestberdan. (ÎLKHA)