Qamyoneta bi bombeyan dagirtî hat îmhakirin
Qamyoneta ku ji bombeyan dagirtî ya li ber Qereqola Cendirmeyan a Sînanê ya li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê hat dîtin bi şiklekî rêk û pêk hat îmhakirin.
Qamyoneta ku ji bombeyan dagirtî ya li ber Qereqola Cendirmeyan a Sînanê ya li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê hat dîtin bi şiklekî rêk û pêk hat îmhakirin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin doh bişev di derdora saet 23.00an de qamyoneta ku li ber Qereqola Cendirmeyan a Sînanê ya li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê ji bombeyan wek terkkirî hatibû dagirtin hat tespîtkirin.
Di tarîtiyê de ajovanê qamyonetê di nav zeviyên garisan de şûna xwe da windakirin. Ji bo ewlehiyê Rêbeja Êlih-Diyarbekirê hat girtin.
Di encama lêkolînê de qamyoneta ku hat tespîtkirin bi şiklekî rêk û pêk hat îmhakirin. Li hawîrdor ji bo ku ajovanê qamyonetê were girtin dest bi xebatê hat kirin. (ÎLKHA)