• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Me leşker û polêsan wek dijmin didît"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîn Ulutaşê 73 salî yê ku ji derbeyên 27ê Gulanê, 12ê Îlonê û 28ê Sibatê re bûye şahid diyar kir ji ber van derbeyan wê çaxê gel polês û leşkeran wek dijmin didît.

Ulutaş diyar kir dema ku ew di Miftîtiya Êlihê de dixebitiya wî di heyama derbeya 1980yan de binçav kirine. Piştî binçaviya 7 rojî ya li Midûrtiya Ewlehiya Bajêr a Sêrtê hatiye serbestberdan. Piştî vî yekê wî sirgûnî Çankiriyê kirine.

 “Di îxtîlala 1960an de ez 15-16 salî bûm”

Ulutuş destnîşan kir bes ji ber hesesiyeta wî ya Îslamî çendîn caran hatiye binçavkirin. Dûvre Ulutaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min îxtîlalên 1960 û 1980yan û derbeya 28ê Sibatê dît. Di îxtîlala 1960an de ez 15-16 salî bûm. Min di medresê de dixwend. Wî çaxê me leşker an jî qereqolek didît me digot qey em dijminên xwe dibînin. Îxtîlalan her tim zirarê didan gel. Pergalekî heke çi qas Îslamî nebe jî rê û rêbaz û qeydeyên wî hene. Lê derbeyên leşkerî rê û rêbaz nas nakin.”

 “Hevalên min ji ber kitêbên ku xwendibûn çendîn meh di girtîgehê de man”

Ulutaş bal kişand ku Tirkiye ji ber derbeyan ji aliyê îqtîsadî ve li paş maye. Dûvre Ulutaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pergala niha li ser du tiştî avaye. Ya yekem Mislimanên ku hesesiyeta wan ê Îslamî hebûn û di çarçova Qur’anê de dijiyan. A duyemîn jî Kurd. Her tim zextê li Kurdan dikirin. Gelemperî îxtîlal ji bo vê yekê tên kirin. Ez di îxtîlala 1980an de li Miftîtiyê wezîfedar bûm. Min binçav kirin. Min birin Midûrtiya Ewlehiya Bajêr a Sêrtê. Çavên min girtî bûn û tu kes nedihat cem me. Li mala  hevalê min serdegirtin kirin. Pirtûka Seyyîd Kutubî a bi navê ‘Yoldakî Îşaretler’ hilgirtin. Ji ber ku di mala min de pirtûk tunebû min serbest berdan.”

 “Me pirtûkên Bedîuzzeman û Hasan El-Benna binax dikir”

Ulitaş diyar kir ku zextiya derûnî li wan dihat kirin. Dûvre ew wuha pê de çû: “Me pirtûkên Bedîuzzeman û Hasan El-Benna binax dikir. Ev pirtûk wek unsurên sûcê dihatin hesibandin. Dûvre min sirgûnê Çankiriyê kirin. Di îxtîlala 1980yan de li ser tiştên dijî pergalê dihat sekinandin. Pergal hewl dida ku xwe biparêze. Wî çaxê hereketekî Erbakanî hebû. Zext li vî hereketê dihat kirin. Kesên çepgir jî ji vî yekê wek neyînî bandordar bûn. Dema ku ez di bin binçaviyê de bûm j imin re digotin; ‘tu çima piştgirî didî Erbakan û Humeynî?’ Wî çaxê kes nedikariya xwe eşkere bike.”

 “Di 28ê Sibatê de hewl hat dayîn ku Misliman werin kerrkirin”

Ulutaş argihand ku pêvajoya 28ê Sibatê ji bo Mislimanan derbekê pirr mezin bû. Ulutaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “28ê Sibatê derbekî mezin bû. 28ê Sibatê wek neyînî Mislimanan bandordar kir. Em her tim di diltirsiyê de bûn. Lewra me digot dê niha ne niha me bigirin û me dîqqetê axavtina xwe dikir. Di 28ê Sibatê de hewl hat dayîn ku Misliman werin kerrkirin.”

 “Saziya Paralel bi tevahî girêdayê derve ye”

Ulutaş bal kişand ku teşebusa derbeyê saziya paralelê tenê bi serê xwe pêk neaniye. Dûvre Ulutaş wiha axivî: “Ewrûpa, Îsraîl û Emrîka piştgirî dide van. Ev rêxistina ku wek Saziya Paralel tê zanîn çendîn sal ji teref hikûmetên mevcûd ve hat piştgirîkirin. Ji xeynî Erbakan; Demîrel, Ozal, Mesut Yilmaz û heta Erdogan jî heta 3 sal berî piştgirî dida saziyê. Saziya Paralel bi tevahî girêdayê derve ye.”

Ulutaş wiha axavtina xwe domand: “Ji ser ve heta niha fikr û ramanên Gulenî ji bo Mislimanan xeternak bû. Her tim bi dijminên Mislimanan re di têkiliyê de bû. Minak Yekta Gungor hebû. Bi wî re semîmî bû û Gungor bi tevahî dijî hereketên Îslamî disekiniya.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir