• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Berî vê 200 salî di bingeha mezhep û qewmîyetê de tov reşandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar ew wek Mislimanan di nava rewşeke baş de nîn in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin em wek ummeta Îslamê di nava rewşeke nebaş de ne.Divê Misliman hêvîdar be, divê ne bêhêvîdar be.Ji ber vê yekê divê em hêviyan şîn bikin.Divê ji cihê ku xera bû em sererast bikin.Ji kû derê xera kiribûn divê ji wê derê bê sererastkirin.Temamê van tiştan dibe ku ji bo biratiya me îmtîhaneke rabbanî be.”

 “Berî vê 200 salî di bingeha mezhep û qewmîyetê de tov reşandin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir problem û pirsgirêkên di nava Mislimanan de divê ji teref Mislimanan ve bên çareserkirin û wiha li axavtina xwe  zêde kir: “Divê em werin ser hişê xwe.Em ê bibêjin ku divê em pirsgirêkên vê erdnigarîya ummeta îslamê  di kakila wê ya resen de ji nû ve bikin.A niha du mişkîleyê me yên bingeh hene.A yekem mişkîleyên hundir û yê din jî ya derve. Berî vê 200 salî di bingeha mezhep û qewmîyetê de tov reşandin.Weke ku şeytan ji milê rastê  hatibe û nêzîk bûbe bi heman awayî hewil dan nêzî Erep, Kurd û Tirkan bibin.Di Qur’ana Kerîm de dihat diyarkirin ku raserî  û serdestî bi taqwayê ye, lê dîsa hewil dan serdestî û reseriyê bi nîjadê derxin pêş.Hewil dan bi fitneyên ku di bingeha wan de fitne hene me berdin hev dû.”

 “Tirk, Ereb, Kurd, Laz û Çerkez bi qernan di bin sîwana biratiyê ya Îslamê de jiyan”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir bêyî Îslamê pirsgirêk nayên çareserkirin û wiha li daxuyaniyê zêde kir: “Hewildanên bi niyeta baş mixabin dibin sedem ku ji boriyeke pîs re avake paqi  biherike.Gelek hewildan û gavên paqij hene, lê ji ber ku borî ne paqij e ew ava ku em dirjînê jî dema ku derdikeve bi şikleke qirêj dertê.Ji ber vê yekê ji bilî biratiya Îslamê ne mimkûn e  ev mesele bên çareserkirin.Divê ev yek li siyasetê jî hakim be. Tirk, Ereb, Kurd, Laz û Çerkez bi qernan di bin sîwana biratiyê ya Îslamê de jiyan.”

Yavuz wiha li axavtina zêde kir: “Çavkaniya mafan Xweda ye. Mafên kî çiye divê ku em bidin wan. Dê em mafên kesên ku wekê me nafikirin yên wekê Xirîstiyan û Yahudiyan bidin wan. Dema ku me pirsgirêkên di nav xwe de çareser kir dê em alîkariya kesên ku wekê ‘yên din’ tên zanîn jî bikin.”

 “Heke em yekitiya xwe saz bikin kesên derve dê nekarin bi maşeyên xwe wir bikin wek gola xwînê”

Yavuz bal kişand dema ku di nabeyna Mislimanan de yekitî çêbe dê hizûr jî pêk were. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke em yekitiya xwe saz bikin kesên derve dê nekarin bi maşeyên xwe wir bikin wek gola xwînê. Dûvre dê aramiya ku gel niyazmend e pêk were. Bi rêbazên çewt polîtîka hatin meşandin. Heke polîtîkayên ku avêtine holê aştiyane nebe û dijmintiyê derêxe holê divê ku em vegerin. Ji ber vê yekê divê ku em pirsgirêkên xwe yên derve û yên hindir di bingeha Îslamiyetê çareser bikin. Wek HUDA PAR em vê yekê ji xwe re wezîfe dizanin.”

 “Ramana HUDA PARê ew e divê ku hişmendiyekê siyasetê ya nû di civakê de hakim bibe”

Mehmet Yavuz pirsên endamên çapemeniyê wiha bersivand: “Rastî em di dewrekê wisa de ne ku siyaset xitimiye. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn a ku wek erdnîgara Îslamê tên zanîn siyaset xitimiye. Ji ber vê yekê li welatê me xwîn dirije.  Li hinek derên welatên me yên din de jî pêvajoya şerê dest pê kir. Hişmendiya HUDA PARa ku bi mixalefeta Îslamê derketiye rê ew e divê ku hişmendiyekê siyasetê ya nû di civakê de hakim bibe. Ve yekê jî em ji ber ku wek mîsyona Mixalefeta Îslamî dizanin pêk tînin. Me ji

aliyekê ve diyar kir divê ev sedemên ku şerê derdixe were sererastkirin û ji aliyekê ve jî divê were diyarkirin ev siyaseta ku di bergeha Pirsgirêka Kurdan di holê de ye çima xitimiye.”

Ji rêvebirên Teşkîkata Bajarê Xarpêtê ya HUDA PARê Yusuf Yuksel di dawiya bernamê de wiha axivî: “Lidarxistina bernameyên wiha ya di Meha Remezanê de ji bo me pir girîng e. Em anîna berhev ên însanên ku cuda difikirin wek wezîfe dizanin. Armanca me jihevkirina civakê nîne. Sazkirina yekitiyê ya di nav civakê de ye.” (ÎLKHA)



 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir