• DOLAR 32.324
  • EURO 35.151
  • ALTIN 2295.605
  • ...
Rewşa malbata Sûriyeyî ya ku di avahiya terkkirî de dijî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Humudê ya Sûriyeyî ya ku 2 heftê berê li navçeya Midyada Mêrdînê di Taxa Seyîtlerê de sitiriye hêvîdar e ku xêrxwaz alîkariya wê bikin.

Malbata ku di avahiya nelihevhatî de wek 7 kesî dijî mexdûriyeta xwe ji ÎLKHAyê re diyar kir. Malbata mexdûr diyar kir ku ew ji xêrxwaz û rêvebiran alîkarî dixwaze.

 “Ez ji bo ku pîreka xwe ya nexweş emeliyat bikim hatim Tirkiyê”

Heysem Humudê ku ji ber şerê Sûrî berê li Iraqê sitirîbû û dûvre ji bo ku jina xwe ya nexweş emeliyat bike hatiye Tirkiyê teleb kir ku alîkarî lê were kirin. Dûvre Humud wiha pê de çû: “Wekê hûn dibînin em ji bê çaretiyê li avahiyekê xirabe sitirîne. Mal ji qirş û qalan dagirtî bû. Daxwaziya me bes ew e ku em vî malê bidin hev û zivistanê li vir derbas bikin. Bi pîreka min re nexweşiya qelb û guatrê heye. Divê ku emeliyat bibe. Di destê me de tu tiştekî tune. Heke îş hebe di gel rojiyê dê ez ji bo zarokên xwe biçim bixebitim. Xweda me û zarokên me biparêze. Ji Xweda çi were ez razî me. Lê ez dixwazim ku pîreka min û zarokê min re bibe. Divê ku ez mesrefa tedawiya pîreka xwe temîn bikim. Rewşa me ji xwe di holê de ye.”

 “Em bi nanoziko dijîn”

Hayriye Humudê xwediyê 5 zarokan diyar kir ku ew dixwaze ev mala ku tê de dijîn were temîrkirin. Nexweşiya qelb û guatrê bi min re heye. Divê ku ez her meh derman bistînim. Lê ez bes dikarim 3 meh carek derman bistînim. Divê ku ez emeliyat bibim. Bila çarekî ji bo me bibînin. Mêrê min naxebite. Carinan ji bo ku em birçî nemînin carinan nanê rojek berê ji bo roja din dihêlin. Zarokên min biçûk in. Em zehmetî dikêşin. Em bi nanoziko dijîn. Xweda ji we razî bibe.” (ÎLKHA)



 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir