• DOLAR 32.541
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2425.798
  • ...
HUDA PAR xelkê ku li Mehsertê di êrîşa PKKê de zirar dîtibû ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç çend kesên din ji partiyê tevlî lijneyê bûn û xelkê ku di êrîşa bombeyî ya PKKê de zirar dîtibûn ziyaret kirin.Kilinç digel lijneyê hemwelatiyên navçê ziyaret kir û bi wan re axivî, her wiha derd û kulên wan guhdar kir.Kilinç di axavtina xwe ya ku di dema ziyareta dikandaran kir de diyar kir ev bûyera ku pêk hatiye wehşetek e û ew vê û êrîşên mîna vê yên ku tê de xelk zirar dibînin şermezar dikin.

“Zirara herî mezin didin Kurdan”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi van êrîşan zirara herî mezin didin Kurdan û wiha li axatina xwe zêde kir: “Digel vê êrîşê Kurdan çi qezenc kir û Tirk û Ereb çi winda kirin?Ev qesda hizûr û biratiya Kurdan dikin.Zirara herî mezin didin Kurdan.Rebbê min heqê we û ya xelkê heremê ji wan re nehêle.Ma ne heyfa wan hemwelatiyên me yên ku di teqînê de mirine?Ew jî ji bo rizqa zarokên xwe hatibû vê derê.Çi ji wî xwestin, ew jî Kurd bû û weke me bi Kurdî diaxivî.Temamê van kesên ku dixwazin yekîtî, biratî û digelheviya me xera bikin bûne maşika emperyalîstan.”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir rêxistin digel van êrîşan hewil dide tirsa xwe ya li ser xelkê bidomîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me wek partiyê vê êrîşê şermezar kir.Her wiha çi  tişt ji destê me bê em ê  digel birayên xwe yên Mehsertê ji bona wan bikin û em ji vê yekê re amade ne.Ev navçeya me warê sukûnete ye.Ev êrîşa ku hatiye kirin ji wehşetê pê ve ne tu tişt e.Tu eleqeya vê êrîşê bi Kurdîtiyê û bi Kurdistanê re tune ye.Xelkê me vê yekê hêdî hêdî fêm dike.Em ê li ser piyên xwe bisekinin û em ê bibin yek.Bi iznillah ew ê têk biçin.”

 “Em dikarin di nava hizûrê de bijîn, ji ber vê yekê tu maneya derxistina bêhizûriyê nîne”

Dikandarên navçê ji ber ziyareta ku ji teref HUDA PARê ve hatine kirin memnuniyetên xwe anîn zimanû wiha axivîn: “Ne dîn û ne jî îmana PKKyiyan heye.Doza van ne doza Kurdan e.Ew ê digel van êrîşan nikaribin yekîtî û digelheviya me xera bikin.Me di heman rojê de li dijî wan meş li dar xist.Heger ku em bimirin bila em weke mêran bimirin.Ew tenê li Yezîdan xwedî derdikevin.Em hemû Misliman û bira ne.Kî neqenciyê dixwaze bila Xweda bîne serê wan. Em dikarin di nava hizûrê de bijîn, ji ber vê yekê tu maneya derxistina bêhizûriyê nîne.”

Di dema ziyaretê de hemwelatiyek bang li Kilinçî kir ‘em we êdî dixwazin li meclîsê de bibînin û em dixwazin ku hûn me temsîl bikin.’ Ji ber vê daxwazê Kilinç jî wiha got ‘Dema ku em derketin vê rêyê me soz da xelkê xwe heke ku em neçin meclîsê jî em ê li ba xelkê xwe cî bigirin.Em ê bi kêfxweşiyên we kêfxweş bibin û bi xemgînîyên we jî mehzûn bibin.”(ÎLKHA)


 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir