• DOLAR 32.591
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2417.666
  • ...
 "Şewitandina pirêzeyan webalekê mezin e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Bajarê Êlihê Turgut Erhan ragihand kuştina gelek heywanan a bi agirê webalekê mezin e. Her wiha Erhan bal kişand ku Armanca xulqiyeta her heywanê heye.

Erhan dûvre di derheqê mijarê de wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her tiştên li ser rûyê dinê wek heyîdî nehatine qulqkirin. Ev tiştên ku hatine xulqkirin ji bo însanê wek xizmet hatiye amadekirin. Di kaînatê de armanc û hedefa her tiştî heye. Ji ber vê yekê di çarçova vê mijarê de her mewcûdatên candar di kaînatê de jiyana xwe didomîne. Wezîfa me wek însan jî ew e ku em ji jîna mewcûdatên din jî berpirsyar in. Însana ku wek xelîfe hatiye şandin divê ku ji her tiştî berpirsyar bibe. Di vî kâînata ku bi şiklekî nazik û nazenîn ji bo însan wek xizmet hatiye amadekirin de divê ku însan gor vê yekê hereket bike. Hewcedariya berpirsyariyê ev e.”

 “Divê ku di derbarê hesesiyeta hawîrdor de Misliman zêdetir xwedî hest bibin”

Erhan bal kişand ku bi şewitandina pirêzeyan zirarê didin sirûştê. Dûvre Erhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li hawîrdor mêze dikin em dibînin ku însan zirarê dide tebîatê. Divê ku di derbarê hesesiyeta hawîrdor de Misliman zêdetir xwedî hest bibin. Em dibînin ku di derdora Êlihê de pirêze tên şewitandin. Şewitandina pirêzeyan bes ew nîne ku bermayiya hesadê tê şewitandin. Dema ku pirêze tê şewitandin gelek heywan û giyahên ku di vî axê de ne tên şewitandin. Divê em bizanin ku mesuliyeta vê yekê mezin e. Her wiha ev pirêze dema ku tê şewitandin ax jî zirarek mezin jê dibîne û randimana axê jî dikeve.”

“Beriya şewitandina pirêzeyan divê ku Misliman baş bifikire”

Erhan destnîşan kir ji bo ku heywan ziraê nebînin divê ku pirêze neyên şewitandin. Dûvre Erhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra mumîn ew kes e ku him bi ziman û him jî bi destê xwe zirarê nede tu kesî. Divê bê zanîn ku her tiştên di kâînatê bi halê zimanê xwe Xweda tesbîh û zikir dike. Beriya şewitandina pirêzeyan divê ku Misliman baş bifikire. (ÎLKHA) 

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir