• DOLAR 32.549
  • EURO 34.935
  • ALTIN 2426.995
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê ji telebeyên Afrîkayî re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku navenda wê li bajêra Rheinfeldena Elmanyayê ye xebatên xwe yên ji bo êtîmên li çar aliyê cîhanê didomîne. Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku di meha Remezanê de li Efrîkayê ji bo êtîman xebatên xwe zêdetir kir vêcar jî li Gambîya û Gîneyê ji bi hezaran telebeyan re alîkarî kir.

Li Gambiyayê ji bo êtîman xwarina fitarê

Ji rayedarên komelê Huseyîn Ateş di derbarê xwarina fitarê ya ku ji 490 telebeyî re hatiye dayîn de axavtinek kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me berî niha diyar kiribû ku em ê li Afrîkayê xebatên alîkariyê bikin.Em a niha vê soza xwe bi cî tînin.Herî dawî me li gundê bi navê Mandinary Vîllageya ku girêdayê Gambiyayê ji 490 telebeyî re  xwarina fitarê da ku ji van 90 kes êtîm bûn.Em ê li vê derê xebatên xwe yên alîkariyê bidomînin.”

Li Komara Bîssauya Gîneyê alîkariya Remezanê

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar ew ji ber minasebeta Remezanê li Bîssauya ku paytexta Komareya Bîssauya Gîneyê ye ji xwendevanan re xwarina fitarê belav kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li vê derê hê nû dest bi xebatan dikin.Di çarçoveya kampanyaya xwarina fitarê ya 3 Avroyî de me li vê derê xwarina fitarê da xwendevanan.Bi vê wesîlê em ji wan kesên xêrxwaz ên ku ji kampanyaya me re alîkarî kirine re teşekur dikin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir