• DOLAR 32.449
  • EURO 34.759
  • ALTIN 2438.03
  • ...
Yapicioglu: Divê ji bo hizûr û biratiyê edalet hebe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajarê Wanê ya HUDA PARê ve di eywanekê taybet de bernameya fitarê hat lidarxistin. ji xeynî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu; nûnerên partiyên siyasî, rîsipî, nûnerên çapemeniya mehelî, STK û gel beşbarê bernamê bûn.  

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu axivî. Yapicioglu diyar kir ku vî gavê rewşa mirovahiyê baş nîne. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin rewşa welat baş nîne. Rewşa însanên hawîrdor baş nîne. Beriya ku ez nehatibûm vir me malbatekê ehlê Sêrtî ya ku ji ber şer û pevçûnan mexdûr bûbû dît. Me di demekî kurt dê pê re hesbîhal kir. Bajarên me ji îstilaya Moxolê pê ve cara yekemîn e ku bi texrîbatek wiha re rû bir û maye.”

 “Her roj di erdnîgara me de xwîn diherike”

Yapicioglu di derbarê pirsgirêkên erdnîgara Îslamê û yên penaberan de axivî. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her roj di erdnîgara me de xwîn diherike. Ji sînûrê pê ve jî rewş cuda nîne. Çend roj berê Lijneya Bilind a Penaberên Neteweyiyên Yakitiyê raporek weşand. Di raporê de tê diyarkirin ku di her deqîqê de 24 kes dibin penaber. Ev jimar di sala 2005an de di deqîqekî de 6 kes bû. Ev  jimar 4 qat zêde bûye û penaberên îro pirranî ehlê Efxenîstan, Sûrî û Somaliyê ne.”

 “Ev pirsgirêk ji ber ku jî dînê Îslamê dûr hatiye ketin diqewimin”

Yapicioglu diyar kir ku dînê Îslamê ferman kiriye ku Misliman wek biratî bi hev re bijîn. Lê di şûna yekitiya Mislimanan berevajî Misliman di îxtîlafê de ne. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gel, em çima di vî halê de ne? Çima hizûr ji holê rabû? Çima em mecbûr man ku malên xwe terk bikin? Çima her wext mirin, mihacirtî, feqîrtî, birçîtî, belengazî û dijmintiya dijî hev a Mislimanan para me dikeve? Bawer bikin ev pirsgirêk ji ber ku jî dînê Îslamê dûr hatiye ketin diqewimin. Me biratiya hev ji bîr ve kir. Dînê me biratiyê ji me re ferman kir. Lê em dijî hev derketin. Pêwîst bû ku em bi hev re wek yekvicûd bijîyabûna. Lê me enerjiya xwe li dijî hev de bikar anî.”

 “Mirina Kurd, Tirk, Ereb û Farisan bes Coniyên Emrîkayî kêfxweş dike”

Yapicioglu bal kişand ku mirina Kurd, Tirk, Ereb û Farisan bes Coniyên Emrîkayî kêfxweş dike. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê dihatin axên me îşqal dikirin û leşkerên xwe datinîna ser serê me û wek fiîlî bi me re tekoşîn dikirin. Lê niha me berdidin hev. Kî dimire bila bimire mîra wan nîne. Mirina Kurd, Tirk, Ereb û Farisan bes Coniyên Emrîkayî kêfxweş dike. Nexwe divê ku em bizanibin ku kesên ku birayê bi birayê dide kuştin dostê me nîne.”

“Heke em hizûr û edalet bixwazin divê ku edalet hebe”

Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heke em rewşa xwe neguherînin û edaletê di nabeyna xwe de tesîs nekin em nikarin ji vî rewşê xelas bibin. Heke em hizûr û edalet bixwazin divê ku edalet hebe. Heke em biratî dixwazin divê ku edalet hebe. Dera ku edalet tunebe û zulm were kirin û bes qalkirina biratiyê beredayî ye. Di vî welatê de ji xwe zêde edebiyata biratiyê hat kirin. Wext ew e ku êdî ev werin kirin. Divê ku êdî hiqûqa biratiyê pêk were. Heke em vî yekê bikin û heke di eleyhê me de bibe jî em ji bo sererastkirin û pêkanîna edaletê bixebitin wê çaxê em dikarin qala biratiyê bikin.” (ÎLKHA)


 















Bu haberler de ilginizi çekebilir