• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Leglegên ku nîşaneya bereketê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Leglegên ku li heremê wek nîşana bereketê tên zanîn herî zêde ji xwe re herema Bismila Diyarbekirê wek jîngeh hilbijartine. Bismila ku Çemê Dîcleyê jê derbas dibe di demsalên bihar û havînê de ji leglegan re xwedîtî dike.Leglegên ku tên heremê ji bona ku hêkên xwe lê bikin li ser serê dîrek û malên ku ji xwe re bi ewlehî dibînin ji xwe re dikin mesken û hêlîna xwe li wan deran çêdikin.Piştî meha tîrmehê ango di meha tebaxê de jî ji bona leglegan rêwitiya koçê ji Çemê Dîcleyê bi ber Çema Nîlê ve dest pê dike.

Leglegên bi dirêjbûna nikil û lingên xwe balan dikşînin li ser xwe  ji bilî pirtikinan reş ên li ser milên wan seranser spî ne.

Cotkarên heremê di derheqê leglegên ku koçî herema wan dikin de diyar kirin li heremê tê bawer kirin legleg nîşana bereketê ne û ew tu zirarê nadin mehsûlên di nava zeviyan de ne.

Cotkar Wahdetîn Çelîk di derbarê leglegan de diyar kir legleg li dijî mêlok, marîjok û kotinkerên di nava zeviyan de ne tesîrdar in û her wiha mîzgîndarê demsala biharê ne.

“Em ji hatina leglegan kêfxweş in”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Dema ku ez leglegan dibînim ez dizanim ku êdî bihar hatiye.Lewra legleg mîzgîndarê biharê ne.Dû re her der şîn dibe û ev ax bi bereket dibin.Hinek kes gubre li zeviya xwe redişîne, hinek cotkar jî zebeş, firingî diçînin.Em ji hatine leglegan kêfxweş in.Legleg dema ku tê bereketê tîne.”

 “Berî ku biçin çêlîkên xwe dişon û dû re difirin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir legleg di demsela payîzê de ji Bismilê dest bi koçê dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir:” Ev legleg her sal di heman hêlînê de bi cî dibin.Tu legleg naçê hêlîna leglegeke din.Her wiha hêlînên xwe li cem hev çênakin.Sedema vê yekê ji bo na karibin bi şikleke rihet bifirin e.Dema ku legleg dest bi koçê dikin min dîtiye ku kom bi kom çûne lê dema ku hatine min wan bi komî nedîtiye.Legleg berî ku biçin çêlîkên xwe dişon û ji bona firînê haziriyê dikin.Dû re jî dest bi koçê dikin. Hinek legleg koç nakin.Leglegên ku koç nakin li herema Şukurlu û Ambarliyê dimînin.”

Çelîk di dawiya axavtina xwe de diyar kir bila tu kes zirarê nede leglegan, lewra ew bêzirar in.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir