• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Tekoşîna ji bona azadiya Mescîda Eqsayê li ser her Mislimanî wezîfeya eslî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve di derbarê qetlîama Mavî Marmara, derbeya 27ê Gulanê, pêvajoya pevçûnê û di derheqê çareseriya meseleya Kurdan de daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de nirxandinên balkêş hatin  kirin û peyamên girîng hatin dayîn.

Di destpêka daxuyaniya ku hatiye dayîn de wiha hat ragihandin: “Weke ku tê zanîn ev keştî ji bona rakirina amborgaya li ser Xazzê bi rê ketibû ku sîyonîstan êrîş birin li ser wê keştiyê.Em wan birayên xwe yên ku ji teref haydûtên sîyonîst ve di keştiya Mavî Marmareyê de hatibûn şehîdkirin bi rehmet bi bîr tînin.”

 “Pêwîst e li dijî wan teşebbusên resmî û xeyrî resmî yên ku ew ê bibin sedem sîyonîst Îsraîl bi hez bibe û bibe xwedî meşrûiyetê  bê sekinîn”

Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê pêwendiyên ku bi Îsraîlê re îxtîmal e bên kirin de wiha hat ragihandin: “Muhafezekirina sembola berxwedanê û xwedîderketina xatiraya manewî ya hereketa siwîlên bi fazîlet ên ku cardin rûyê wehşî û gamar a çeteya îşxalker nîşanî dinyayê daye wezîfeya her kesê ku ehlê wîcdanê  ye. Em dixwazin bê zanîn em vê yekê xesetan diyar dikin.Pêwîst e li dijî wan teşebbusên resmî û xeyrî resmî yên ku ew ê bibin sedem sîyonîst Îsraîl bi hez bibe û bibe xwedî meşrûiyetê  bê sekinîn.”

 “Wezîfeya ewil a meclîsê amadekirina makeqanûneke ku bi bawerî û nirxên xelkê re lihevhatî ye û huriyet û heqên bingeh dixe bin garantiya ewlehiyê ye”

Di nirxandina ku di derbarê derbeya 27ê Gulanê hat kirin de hat diyarkirin pêwîst e mekaqanûna 1982an a eskeriyê ya ku dişbihê makeqanûna 1961an bê guhartin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Wezîfeya ewil a meclîsê amadekirina makeqanûneke ku bi bawerî û nirxên xelkê re lihevhatî ye û huriyet û heqên bingeh dixe bin garantiya ewlehiyê ye.Di her salvegera wê de ji dêla ku sixêf bên kirin divê wasitayên ku ew ê bigihijînê ronahiyê bên temînkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de derheqê bajêrên ku ji ber pêvajoya pevçûnan texrîb  bûne de hat ragihandin divê bi lez plana çalakiyê bikeve dewrê û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin:

“Sazkirina ji nû ve yên wargehên dîrokî yên ku hatine texrîbkirin gelek girîng e”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Ji ber pevçûn û operasyonan qedexeya derketina derve demekî dirêj domiye, ji ber ku astengî derêxistine jiyan êdî nayê kişandin, temînkirina xurekîn zerûrî jî bi zehmet bûye. Binesaziyên bajar û navçeyan hatine texrîbkirin. Divê ku ev yek bi şiklekî lezgîn ji nû ve were sazkirin. Felaketa ku gel wek texrîbkirina mal û dikanan rû bi rû maye divê ku bi planên lezgîn ji holê were rakirin. Sazkirina ji nû ve yên wargehên dîrokî yên ku hatine texrîbkirin gelek girîng e.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo ku beriya vî hişmendiya ku ciwan û zarokan wek makîneya mirinê bikar tîne were hilgirtin divê ku Pirsgirêka Kurdan di bingeha biratiyê de were çareserkirin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Pêşgiriya şebekeya şerê ya ku bawerî û nasnameya ciwan û zarokên vî gelê ji holê radike û wan wek makîneya mirinê bikar tîne û her wiha ciwanan ji îdeolojiya Rojavayê re dike qurban, pêşeroja wan didize bi Pirsgirêka Kurdan a ku dê di bingeha biratiyê de were çareserkirin tê hilgirtin. Divê ji xetayên wek ku gelê Kurd avêtibûn hembêza PKKê, wekê ku wek navnîşana çareseriyê Îmrali û Qandîl hatibûn nîşandan, di dîroka 6-7ê Cotmehê de wehşeta ku hatibû kirin û kesên bes li vê yekê mêze kiribûn û wek baregeh navçe û bajar hatibûn bikaranîn ders were sitandin.”

Di domahiya nirxandina rojevê de di derbarê salvegera fetha Diyarbekir û Stenbolê de peyam hat dayîn. Dûvre di derhaqê şehîdên meha gulanê de daxuyanî wiha hat ragihandin: “Em şehadetên Ubeydullah Durnayê ku di 5ê Gulana 2011an de li Gevera Colemêrgê, Mehmet Ugurtayê ku di 28ê Gulana 2014an de li Kerborana Mêrdînê û Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku li Gundê Xanika Hezexa Şernexê di 29ê Gulana 2015an de şehîd bûne pîroz dikin û wan bi rehmet tînin bibîranîn. Wek mêrxasên ku di vî erdnîgara bejî de şehîd  bûn û bi şehîdbûna wan re bereket û edalet hat van axan em şehadeta van birayên xwe yên ku ji teref PKKyê ve hatine qetilkirin pîroz dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir