• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Cenazeya kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan  ji bo otopsiyê şandin Şernexê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn doh li navçeya Silopiya Şernexê di derdora seat 19.30an de di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqemeniya ku ji teref PKKyiyan ve hatibû bicîkirin hatibû teqandin ku di vê teqînê de 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeya 4 kesên siwîl ji bona otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê.

Di êrîşa ku doh hatibû kirin de kekê Rizgîn Bîrlîkê Serokê Kevin ê Bajêr a AK Partiya Şernexê Ekrem Bîrlîk (55), neviyê wî Kubra (Halîme) Bîrlîk(8),  Îsa Torlak (68) û Davût Yoksul (19) jiyana xwe ji dest dabûn.Cenazeya kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn ji bona otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê.

Di dema ku cenazeyan xistin ambûlansan naskirîyên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn krîz derbas kirin.Naskiriyên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn ji bona bertekê ji şaredariya DBPyî re nîşan bidin cenazeyên xwe bi ambûlansên ku ji teref şaredarîyê ve hatibûn şandin nebirin, ji dêla wê ve bi ambûlansên navçê cenazeyên xwe birin Şernexê.

Her wiha hat ragihandin ji ber ku li cihê bûyerê perçeyên wesayîtekê hatiye dîtin rayedarên ewlekariyê diyar kirin teqemenî di nava wesayîtekê de hatiye teqandin.

Tedawiya 7 birîndarên ku  4 jê siwîl 3 jê polês in li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê berdewam dike.Di nava kesên ku tên tedawîkirin de 3 zarok jî hene.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir