• DOLAR 32.331
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2299.603
  • ...
Cemiyeta Mustezafan di derbarê Mavî Marmarayê peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê 6 salan rejîma terorê ya îsraîlê êrîş biribû li ser keştiya Mavî Marmaraya ku ji Xazzê re malzemeyên alîkariyê dibir.Di salavegera 6emîn a qetlîama ku tê de 10 Misliman şehîd bûbûn de ji teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezafan ve peyameke hat weşandin.

Peyama ku hat weşandin bi Ayeta 51emîn a Sûreya Maîdeyê ‘Ey ew kesên ku îman dikin!Cihû û Xirîstiyan ji xwe re nekin dost.Ew dostê hev dû ne.Her kî ji we wan ji xwe re bike dost , bê şik ew jî ji wan e.Bêşiphe, Xweda  berê qewmê zalim nade rêya rast.’  dest pê kir û bal hatin kişandin li ser zilmên ku Benî Îsraîl di dîrokê de kirine.

“Dewleta terorê ya Îsraîlê bi giştî temamê însanetîyê û bi taybetî jî Îslam û Mislimanan hedef digire”

Di berdewama peyama ku hatiye weşandin de wiha hat ragihandin: “Niçika herî dawî ya benî Îsraîla ku di her heyama dîroka însanetîyê de haritî kiriye , li dijî femanên Xweda îsyan kiriye û bi qetlîam û zilmên ku kiriye tê naskirin çeteyên sîyonîst in ku ew jî wek bav û kalên xwe bi xwîn û hêstirên çavan hewl didin payîdar bibin. Dewleta terorê ya Îsraîlê bi giştî temamê însanetîyê û bi taybetî jî Îslam û Mislimanan hedef digire.Îsraîla sîyonîst ew ê ji bona însanetîyê bibe lekeyek reş, ew ê him li vê dinayayê û him jî li dinayaya din zelîl bibe.”

 “Çawa ku tu zalim bi zilma xwe nikare payîdar bibe bi heman awayî rejîma terorê jî ew ê bi zilmên xwe payidar nebe.”

Di berdewama peyamê de hat ragihandin rejîma terorê ew ê nikaribe bi zilmên ku dike payîdar bibe û wiha li peyamê hat zêdekirin: “Îsraîla ku di sala 1948an de wek xençerekî di dilê ummeta Îslamê de çikiyaye ji wê rojê vir ve xwînê diherikîne, bi fitn û fesadiyên ku dike cudatiyê dike nava Mislimanan û zemîna tefrîkayan di nav Misliaman de saz dike.Îsraîl ji rexekî ve îqtîsada dinyayê di destê xwe de digire û însanan dagir dike û ji rexê din ve jî bi zilmên ku li mezlûm û mustezafan dike ax ji xwînê têr bû.Lê çawa ku doh Mislimanan li ber zilmên Benî Îsraîl serî hildabin ew ê bi heman awayî îro jî û ji îro pê ve jî Mislimanên bi izzet ew ê li ber xwe bidin. Çeteyên sîyonîst miheqeq ew ê bi destê Mislimanên bi izzet, zilletê tehm bikin. Çawa ku tu zalim bi zilma xwe nikare payîdar bibe bi heman awayî rejîma terorê jî ew ê bi zilmên xwe payîdar nebe.”

 “Ew ê zarokên şêrên Hayber û fatîhên Qudsê rojekê destê zaliman jê bikin û ew ê rojekê roja qatilan jî temam bibe”

Di peyama ku tê de zilm û qetlîamên ku îsraîlê di dîrokê de kirine hat bîranîn de wiha hat ragihandin:” Însanetî di dîrokê de ji îxanetên mezin, jirêderketî û zilmên Benî Îsraîlê re şahidi kir.Di 70 salên dawî de êşa wan qetlîamên ku ji teref sîyonîst Îsraîl ve li Deîr Yasîn, Beyrut, Sabra Şatîlla, Qudus û  Cenînê kirine hêj taze ne.Yek ji van qetlîamên ku sîyonîstan kirine jî qetlîama Mavî Marmarayê ye. Weke ku tê zanîn bi şikleke hovane û wehşîyane êrîş li keştiya Mavî Marmaraya ku alîkarî ji Xazzê re dibir hat kirin.Di êrîşa ku bi dehan kes tê de birîndar bûbû de 10 birayê me şehîd bûn.Me van qetlîmên ku doh hatine kirin ji bîr nekir û em yê îro jî ji bîr nakin.Hisaba van zilmên ku hatine kirin ew ê rojekê bê pirsin. ew ê zarokên şêrên Hayber û fatîhên Qudsê rojekê destê zaliman jê bikin û ew ê rojekê roja qatilan jî temam bibe.”

Di dawiya peyamê de di derheqê hewildanên hikûmetê yên di warê qewîkirina têkilîyên bi rejîma terorê de hat diyar kirin ew vê yekê bi teessuf temaşa dikin û wiha dawî li peyamê hat anîn: “Em wan şehîdên xwe yên ku di sala 2010an de şehîdbûne  yad dikin û em bi xemgîniya malabata wan mehzûn û bi fexra wan wî şanaz dibin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir