• DOLAR 32.562
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2449.204
  • ...
50 hezar cotkar dibe ku bêceyran bimîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrê Giştî yê DEDAŞê Murat Karaguzel di derbarê 50 hezar cotkarê ku bêyî sayaca ceyranê ceyranê bikartînin de ragihandin ji bona ku mehsûla wan zirarê nebîne îro heta mesayî xelas bibe pêwîst e cotkar muracatî şîrketên enerjiyê bikin.

Berî niha ji teref DEDAŞê ve ji bona bikaranîna ceyrana qeçax bê astengkirin qampanyayek hatibû destpêkirin.Şîrketa enerjiyê ya ku qampanya dabû destpêkirin ceyrana kesên ku sayaca ceyranê lê ne xistibûn qut kir.Ji ber vê yekê gelek cotkar li gelek cihan çalakî li dar xistin û rêyan girtin.Ji ber vê yekê çend wezîr li Rihayê civiyan û di derbarê vê mijarê de qerar sepana donimê dan.Li gor vê qerarê ew cotkar serê donimê mîktarek pere bidin.Muracata vê qampanyayê heta 31ê Gulanê hat dirêjkirin.

DEDAŞ ji roja ku qampanyayê daye destpêkirin vir ve diyar kir ceyrana cotkarên ku sayaca ceyranê lê nexin ew ê bê qutkirin.

Karaguzel di derbarê mijarê de diyar kir  li Mêrdîn û Rihayê nêzî 50 hezar cotkarî hêj sayaca ceyranê bikar nayînin û ji bona lêxistina sayacê jî muracat nekirine.Karaguzel dû re wiha li axavtina xwe zêder kir: “Em hatine dawiya qampanyaya xwe, lê hêj kesên ku di warê lêxistina sayacan de soz dabûn sayacên ceyranê lê ne xistine.Me ji roja ku qampanyayê da destpêkirin vir ve gelek caran anî ziman ku em ê ceyrana wan kesên ku sayacê lênexistine qut bikin.Ceyrana cotkarên ku sayacê lênexistine ew ê teqez bê birîn.Heger ew cotkar naxwazin mehsûla wan zirarê bibîne divê îro muracatî şîrketa me bikin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir