• DOLAR 32.549
  • EURO 34.903
  • ALTIN 2430.347
  • ...
Zozanê Suteya şîn a Çiyayê Sîpanê ya berfîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çiyayê Sîpanê ya ku di binetara wê de navçeyên Elcewaz û Patnos heye di van rojên dawî yên ku wek destpêka demsala havînê tê hesibandin de bi berfê rû girtiye û Zozanê Suteyê jî bereketa biharê li ser xwe dihewîne.

Di van rojên dawî yên ku wek destpêka demsala havînê tê hesibandin de ji nû ve berf bariye li Çiyayê Sîpanê ya ku 2 yemîn lûtkeya Herêma Anatola Rojhilatê ye.

Çiyayê Sîpanê ya ku li Herêma Anatola Rojhilatê ya bakura Gola Wanê ye tê zanîn ku krater e. Ev çiya di hawîrdora navçeyên Patnosa Agiriyê û Elcewaza Bedlîsê de cî digire digihêje heta kêleka Milazgir û Xelatê .

Li herêma ku çend roj berê hewa germ bûbû ji ber ku ji nû ve berf bariye dîsa hewa cemidiye. Çiyayê Sîpana ku berf lê rû girtiye ji nû ve demsala zivistanê anî bibîranîn. Lê ev Zozanê Suteyê ya li hermêmê xwe xemilandiye û bereketa biharê li ser xwe dihewîne.”

Li Zozanê Suteyê cûr bi cûr giyah şîn dibe. Mînak wek giyayên ket, koringan, kereng, kidark, karî, cax, heliz, beybûn, sîrmoyê ku ji bo penîrê tê bikar anîn, mendê û gelek giyahên kê em navên wan nayînin ziman şîn dibin.

Di zozanê de derên ku ji bo çandinê nayên bikaranîn ji bo heywanan giyah tê dirûtin û wek alif tê bikaranîn. Piştî ku giyahên vir tên dirûtin gundî pez tînin vir û diçêrînin. Ji ber bereketa Zozanê Suteyê şîrê pez zêde dibe û pez jî qelew dibe. Ji şîrê ku ji pezên li vir diçêrin tê bi destxistin penîr, jajî, mast tên çêkirin û dûvre ev adan di piyaseyê de tên firotin.

Malbata Uluga ku ev çend qerne li wê herêmê dijî di derbarê herêmê de ji ÎLKHAyê re axivî. Ji malbatê Erhan Ulug wiha axivî: “ Zozanê me ya Suteyê li kêleka Çiyayê Sîpanê ye. Tabî em li vir di nav nîmetên Xweda de ne. Helbet ev kerema Xweda ye. Li jûrê çiyayê berf dibare û di derên nizimtir kulîlk vedidin. Ev giyahên ku hûn dibînin di nav xwe de gelek şîfa dihewînin. Li vir nayê çandin. Giyahên Zozanê Suteyê di meha tebaxê de tê dirûn. Dûvre ji bo heywanan wek pût û alaif tê embarkirin.”

Ulug di derbarê bereketa axê Gundê Norşuncika Zozanê Suteyê de wiha axivî: “Tabî însan tim û tim tên vî zozanê. Carinan li vir şênayî tê lidarxistin. Gel tê vî zozanê him hewayê temîz distîne him jî wextê xwe li vir derbas dike. Carinan jî li vir tişok tê berhevkirin ku li malê li ber xwerinê were xwarin.”

Bavê Erhan Ulugê ku li Elcewaz 2 dewr serokatiya şaredariyê kiriye Cemal Ulug diyar kir ku di vî demsalê de li herêmê heywan tîje dibe.  

Ji xeynî giyahan heywanên ku li herêmê dijîn jî bala mirov dikêşe. Mînok tirtûlên ku avahiyên xwe wek kom saz kirine gelek ecêb e. Ev jî hokmet û rehmeta Xweda carek din dide nîşandan. (ÎLKHA)



 









































































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir